Festîvala 6’an a Wêje û Hunera Jinan li Qamişloya Sûriyê bi dawî bû
Çalakiyên Mêhrîcana(festîvala) 6’an a Wêje û Hunera Jinan ku roja duşemê yekê Adarê li Qamişloyê dest pê kiribû duh bi belavkirina xelatan li beşdaran bi dawî bû.
Bi diruşma"Jin rihê çandê nûjen dike" Navenda Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê roja duşemê 1 Adarê Mîhrîcana 6’an a Wêje û Hunera Jinan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dest pê kiribû û duh jî çalakiyên mîhrîcanê bi xelatkirina beşdaran bi dawî bû.
Di mîhrîcanê de jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê ji tevahî pêkhate, xwendekarên Zanîngeha devera kurdî ya Sûriyê ya Beşa Wêjeyê beşdar bûn, da ku mîrhîcan ji wan re bibe derfetek ku xwe bi pêş bixin û xebatên xwe yên wêjeyî pêşkêş bikin.
Di roja yekê de, gelek çalakî hatin lidarxistin, ku yek ji wan xwendina helbestan bû. Her wiha helbestvan Rewan Comî helbestek li ser Efrînê bi sernavê "Ka veger" xwend, helbestvan Semîra Gewriyê Hena helbestek li ser heskirinê xwend û helbestvan Faya Ardêş helbestek bi sernavê"Bi hezkirinê ketime" xwend.
Di mîhrîcanê de kurtefîlmên li ser jinan û girêdana wan bi xakê ve û tundiya li dijî jinan hatin nîşandan.
Koma Erbana "Kewkeb El-Benat" a girêdayî Navenda Çandê ya Hesekê stranên folklorî gotin û koma Kevana Zêrîn şanoyek bi sernavê"Qêrîn" pêşkêş kir.
Nivîskar Narîman Evdikê berhemên wêjeyî yên ji helbest, çîrok û gotar nirxandin û wiha got: "Di vê mîhrîcanê de me gelek pirsgirêkên di salên borî de çêbûne, derbas kirin. Bi giştî berhemên wêjeyî yên jinan ên vê mîhrîcanê ji yên berê baştir in. Lê gotar ne li gorî asta ku dihat xwestin bû."
Çalakiyên mîhrîcanê yên roja duyemîn û dawî bi belavkirina xelatên sembolîk li beşdaran bi dawî bûn.