Sibat 03, 2021 10:03 Asia/Tehran
  • Ji bo cara yekem kurdek dibe lîstikvanê Liverpoolê

Kluba Îngilîzî ya Liverpoolê ya navdar ragihand ku lîstikvanê Mêrdînî Ozan Kabak transfer kirine.

Tîma Liverpoolê ku sala bihorî bibû şampiyona Premier Lîg(super lîg) a Îngilizî, lîstikvanê Kurd Ozan Kabak ji tîma Schalke 04 a Almanî heta dawiya werzê(demsalê) kirê kiriye.

Liverpoolê li ser hesabê twittera xwe transfera Ozan Kabakê 20 salî eşkere kiriye.

Li gorî nûçeya BBC, Liverpool ji serê werzê ve Ozan Kabak dişopand. Bi seqetbûna lîstikvanên berevaniyê Virgil van Dijk, Joe Gomez û Joel Matip Liverpool rastî pirsgirêkên mezin dihat.

Ozan Kabak bi eslê xwe Kurd e û ji navçeya Dêrika parêzgeha Mêrdînê ya Tirkiyê ye, lê ew bi xwe li Enqerê ji dayik bûye û niha 21 salî ye.

Kabak di 11 saliya xwe de di binesaziya Galatasarayê de dest bi futbolê kir. Bejna Ozan Kabak 1.86 cm dirêj e û piyê xwe yê çepê baş bikar tîne û li defansê(berevaniyê) dileyîze.

Di 12ê Gulana 2018 de li hemberî tîma Yenî Malatyasporê di Super Lîga Tirkiyê de derket yekemîn pêşbirka xwe ya profesyonel.

Serepeyv