Li Qamişloyê; Koma Şanoyê salvegera damezirandina xwe pîroz kir
Sibat 02, 2021 13:47 Asia/Tehran
Koma Şano ya Qamişlo bi şanoyekê salvegera 7'an a damezirandina xwe pîroz kir.
Koma Şano ya Qamişlo bi şanoyekê salvegera 7'an a damezirandina xwe pîroz kir û pîrozbahî bi beşdarbûna şênî û gelek nivîskarên bajarê Qamişlo hate lidarxistin.
Rêveber û damezrînerê Koma Şano Ebdulrehman Elî axivî, behsa xebatê komê û hejmara endamên wê kir û got, koma Şanoyê di salekê de 3 şanoyan pêşkêş dike, di nava 7 salan de 21 şano pêşkêş kirine. Elî navên hin şanoyan rêz kirin "Kevirê mirinê, keleha Kobanê, jiyan" û got, hejmara endamên komê 40 e.
Piştre şanoyek bi navê "Xizmetguzarî" hate pêşkêşkirin.