Çile 18, 2021 07:46 Asia/Tehran
  • Bong Joon-Hoyê koreyî dê Venedîkê bi rê ve bibe

Yek ji festîvalên mezin ên dinyayê Festîvala Fîlman a Venedîkê îsal 78'emîn car dê deriyên xwe veke. Ji bo Serokê Juriya Festîvalê navê derhênerê Koreya Başûr Bong Joon-Ho hat eşkere kirin.

Li gorî nivîsa malpera Diyarname'yê, Festîval îsal di navbera 1-11'ê rezberê (Îlon) de dê li dar bikeve. Derhêner Bong Joon-Ho dê serketiyên Şêrê Zêrîn diyar bike.

Joon-Ho ku ev peywir qebûl kiriye wisa gotiye, "Festîvala Naveneteweyî ya Venedîkê xwedî dîrokek dirêj û cuda ye. Ez serbilind im ku bûme parçeyeke vê kevneşopiya sînematografiyê. Wekî serokê juriyê, ji her tiştî wêdetir wekî sînemahezekî  ez amade me hemû fîlmên ku dê festîval hilbijêre temaşe bikim, bibim heyranê wan û ji bo wan li çepikan dim. Ez bi hêvî û bi heyecan im."

Bong Joon-Ho kî ye?

Derhêner Bong Joon-Ho di sala 1969'an de li Daegu ya Koreya Başûr hatiye dinê. Bi duyemîn fîlmê xwe yê metrajdirêj, "Rojnivîskar Kuştinê" li qada navneteweyî hatiye nasîn ku ev fîlmê wî li Koreyê ketiye nava fîlmên herî zêde lê hatiye temaşekirin.

Fîlmê wî "Parazît" di sala 2019'an de li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girt. Bi vê bû yekemîn koreyî ku vê xelatê digire. Joon-Ho bi heman fîlmê xwe di 92'yemîn Xelatên Oscarê de Xelata Fîlmê Herî Serketî, Derhênerê Herî Serketî, Xelata Fîlmê Navneteweyî yê Herî Serketî û Xelata Senoryayê ya Herî Serketî girt. Ew bû yekemîn kesê ji Asyayê ku 4 xelatan li vir digire.

 

Serepeyv