Ajotina biskilêtan a keçan li deverên kurdî yên Sûriyê zêde bûye
Werzişa ajotina biskilêtan(duçerxan), li deverên kurdî yên Sûriyê zêde bûye û Keçên van deveran zêdetir ji berê xwe didin aliyê ajotina biskilêtan.
Siwarbûna biskilêtan li deverên kurdî yên Sûriyê ne tiştekî nû ye, ji berê ve heye. Berê eger kesekî biskilêta wî heba, hesab dikir ku taksiyekî wî heye, biskilêt bi qîmet bûn. Lê tiştê xweş niha ew e ku keçên van deveran dest pê kirine ku biskilêtan bajon û wê weke sporeke rojan dibînin û pê dikevin pêşbirkeyan .
Keçîn deverên kurdî yên Sûriyê ji xwe re grûp ava kirine. Her ku diçe grûpa xwe li Qamişlo mezin dikin û niha amadekariya çêkirina maratoneke pêşbirka biskilêtan dikin.
Werzişa ajotina biskilêtan, li deverên kurdî yên Sûriyê weke corekî ji werzişê li nav keçên van deveran cih girtiye.
Tîmeke ajotina biskilêtan ji 15 keçan li bajarê Qamişlo hatiye damezrandin û niha jî rahênanê ji bo beşdarbûna di maratonekê de dikin û bi wê yekê dixwazin pêşketinê bidest bixin.