Çile 15, 2021 16:38 Asia/Tehran
  • AFC sê bûyerên xwe betal kirin; Pêşbirkeya Ciwanên nûgihan, ciwanan û pêşbirkên beravê

Pêşbirkeya Şampiyoniya Ciwanên nûgihan û Ciwanan a Asyayê, her wiha şampiyoniya Futbolê ya Peravê ya Asyayê, ji ber îdîayên Federasyona Futbolê ya Tacîkistanê hatin betalkirin.

Li gorî IRNA-yê, malpera Federasyona Futbolê ya Tacîkistanê ragihand ku Konfederasyona Futbolê ya Asyayê (AFC) biryar da ku şampiyoniya Ciwanên nûgihan a di bin 16 salî de û şampiyoniya Ciwanan ya bon 19 salî di sala 2021ê de betal bike, ji bo parastina  tîmên beşdarê pêşbaziyê li hemberî vîrusa Covîd 19-ê. Her wiha ji bilî Kûpaya Neteweyên Fûtala Asyayê, pêşbirkeyên Kûpaya Neteweyên Fûtbola Peravê ya Asyayê jî hate betalkirin.

Ev biryar hîn bi fermî ji Federasyona Futbolê ya Îranê re nehatiye ragihandin, lê piştî betalkirina Kûpaya Cîhanî ya Ciwanên nûgihan û Kûpaya Cîhanî ya Ciwanan, dihat payîn ku şampiyoniya Asyayê di van her du kategoriyên temenê de jî were betal kirin.

Serepeyv