Çile 12, 2021 19:39 Asia/Tehran
  • Li gundewarê Dêrazorê çalakiyeke çandî

Komîteya Çand û Şûnwaran a Dêrazorê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de behsa şûnwarên herêmê li bajarê Hecîn ê Dêrazorê û nişetecihên wê hate kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Navenda Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê bi beşdarbûna  bi dehan şêniyên bajarokê Hecînê, rûspî û helbestvanan çalakiyek li dar xist.

Derabarê vejandina çand û dîroka herêmê û danasîna wê bi şêniyan re, ji aliyê rûspî û helbestvanan nîqaş hate kirin.

Koma Çand û Kevneşopiyê stranên gelêrî yên ji mîrata herêmê pêşkêş kirin.

Tê payîn ku çalakiyên bi vî rengî berdewam bikin

Serepeyv