'Lîstikvan, T. Dîrektor û Tîma Herî Serketî ya Sedsalê' hat hilbijartin
Ev pênase nabe qismetê kesî û tîman. "Xelatên Fûtbolê yên Global 2020" hatin belavkirin û lîstikvanê sedsalê, teknîk dîrektorê sedsalê û tîma sedsalê hatin hilbijartin.
Li gorî rapora malpera Diyarname'yê, Juriyeke ji 23 kesî ku di nav wan de lîstikvanê fûtbolê yên berê û teknîk dîrektorên fûtbolê hene deng dan. Ligel van li her çar aliyên dinyayê bi mîlyonan kesî jî deng dan. Zêdetir serdema di navbera 2001-2020 bingeh hat girtin û li gor vê dengdan hat kirin. Di encamê de "Tîma sedsalê", "Teknîk dîrektorê sedsalê", "Lîstikvanê sesalê" hatin hilbijartin.
Li gor nûçeya "Sport Business"ê merasima xelatdayîna Xelatên Fûtbolê yên Global 2020 li Dubaî li dar ket.
RONALDO, GUARDIOLA, R.MADRID BI SER KETIN
Ji bo "Lîstikvanê Herî Serketî yê Sedsalê" navê Cristiano Ronaldo, Lionel Messi û Mihemed Salah hatibû rêzkirin lê Ronaldo ji navê derket û hat hilbijartin.
Di warê "Tîma Sedsalê" de tîma Spanyayê Real Madrîd wekî "Tîma Sedsalê" hat hilbijartin.
Ji bo "Teknîk Dîrektorê Sedsalê" jî teknîk dîrektorê Manchester City Pep Guardiola hat hilbijartin.
'SERKETIYÊN SALÊ'
Di merasimê de tîma alman Bayern Munih wekî "Tîma Salê", golavêjê alman Robert Lewandovski wekî "Lîstikvanê Salê" û teknîk dîrektor Hans-Dieter Flick jî wekî teknîk dîrektorê salê hat hilbijartin.
Di merasimê de "xelata kariyerê" dan qeleparêzê spanyolî yê berê Iker Casillas û lîstikvanê Barselonayê Gerard Pique.
Her wiha ji bo tîma serketî ya Rojhilata Navîn xelat dan tîma Misrê Al-Ahly. Ji bo 20 salên dawî jî xelat dan menajerê fûtbolê Jorge Mendes.