Li Çemçemal festivalek hunerî û çandî hat lidarxistin
Ciwanên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê festivalek hunerî lidarxistin. Di festivalê de cilûbergên Kurdî, şêwazê berê yê jiyana Kurdewarî hate nîşandan. Berpirsên festivalê diyarkirin armanca wan ji festivalê ew e ku hîn zêdetir çanda Kurdewarî were nasandin û neyê ji bîr kirine.
Duh li Hola Rewşenbîrî û Baxçeyê Nîştiman ên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê, ji aliyê rêxistina Dîdgay Niwê ve festivalek hunerî hate lidarxistin.
Di festivalê de reşkon (konê reş) hate vedan, gelek kelûpelên kevnarî yên jiyana Kurdewarî hatin nîşandan.
Di festivalê de gelek çalakiyên wek helbest gotin, nîşandana cilûbergên Kurdî, konsert û çalakiyên werzişî hatin pêşkêşkirin.
Yek ji endamên komîta amadekar a festivalê Mebest Ebas, di derbarê armanca lidarxistina festivalê de got: “Wek komek ciwanên Çemçemal ji bo hîn zêdetir çanda Kurdewarî were nasandin û neyê ji bîr kirin, me ev festival lidarxist.”
Festival hunerî û çandî ya Çemçemal îro jî berdewam dike.