Mijdar 27, 2020 11:24 Asia/Tehran
  •  Lîstika ‘Elizabeth’ vê carê jî ji bo 'Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê' derket ser dikê

Şanoya Bajêr a Amedê ji bo Meclîsa DTSO’yê û Meclîsa Jinan a DTSO’yê lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” da nîşandan.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Koma Şanoya Bajêr a Amedê bi organîzsyonek taybet şeva din derket ser dikê û lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” lîst. Komê lîstika xwe ji bo Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û Meclîsa Jinan a DTSO’yê da pêşandan. Endamên Meclîsa DTSO’yê û endamên Meclîs Jinan li eywana şanoyê amade bûn û li lîstikê temaşe kirin. Li Eywana Şanoyê di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19 de rêgezên maske, mesafe û hîjyen (paqijî) jî pêk hatin. Lîstikvanên nêzî 90 deqîqeyî  hunera xwe nîşan dan, têra dilê xwe temaşevan kenandin û kêfxweş kirin. Piştî ku lîstik bi dawî bû Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya derket ser dikê û lîstikvan pîroz kir û baqek kulîlk da lîstikvanan.

 

 

Serepeyv