Alêkno bû rahênerê Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê
Mijdar 23, 2020 20:15 Asia/Tehran
Vladîmîr Alêkno bi wajokirina girêbestê bi awayekî fermî bû rahênerê (Teknîk Dîrektor) Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê.
Li gorî rapora IRNAyê, Li gorî ragihandina Federasiyona Walîbala Îranê, girêbesta Vladîmîr Alêkno, Rahênerê Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê roja Duşemiyê piştî wajokirina Muhemedreza Daverzenî, Serokê Federasiyona Walîbala Îranê kete meriyetê.
Li gorî vê girêbestê, Rahêneriya Tîma Neteweyî ya Walîbala Îranê heta dawiya pêşbirkên Olempîka Tokyoyê, dê li ser ustiyê vî rahênerê ûris be.