Li Tirbespiyê Pêşketina rewşa werzîşê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşdeçûn û pêşketineke pisporî ya rewşa werzîşê heye. Li navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê tîmeke taybet a jinan a fûtbolê hate avakirin.
Li navçeya Tirbespiyê pêşketineke berbiçav a fûtbolê ji avakirina werzişgeh, damezirandina dibistanên fûtbolê û tîmên jinan heye. Bi hevakariya ciwanên li derveyî welat, li navçeyê û bi hevkariya Yekitiya Werzîşê ya Cizîrê re, 10 werzişgeh li navçeya Tirbespiyê hatin avakirin.
Li aliyekî din jî li navçeyê 2 dibistanên fûtbolê hatin avakirin; Dibistana Biratî û Dibistana Cerah a perwerdekirina zarokan li ser fûtbolê. Her wiha tîmeke taybet a jinan li gundê Til Şeîra a girêdayî navçeya Tirbespiyê hat avakirin. Rahênerên pispor çavdêriyê li tîma jinan û dibistanên fûtbolê dikin.
Ciwanên navçeyê lîstika xwe bi rêya turnuvayên birêxistinkirî dibînin, hin turnuva bi rêya meclisên ciwanan a navçeyê û hin jî bi awayekî gelêrî tên lidarxistin û bi dehan ji tîmên ji pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan beşdar dibin.
Îsal zêdetirî deh turnuva li navçeyê bi hevkariya bi Desteya Werzîş û Ciwanan a herêma Cizîrê û meclisa ciwanên navçeyê hat lidarxistin.