Lîga Şampiyonan a Asyayê, Gul-Muhemedî bû serrahênerê herî baş ê rojavayê Asyayê
Li gor rapirsînekê ji aliyê Konfedrasiyona Fûtbola Asyayê (AFC) Yehya Gul-Muhemedî bi bidestxistina sedî 52 dengan bû baştirîn serrahênerê Lîga Şampiyonan a di rojavayê Asyayê ya 2020 hat hilbijartin.
Yehya Gul-Muhemedî serrahênerê tîma Fûtbolê ya Perspolîsê li gor rapirsîna AFC bi bidestxistina sedî 52.45ê dengan wek serrahênerê herî baş ê rojavayê Asyayê hat hilbijartin.
Şûta Aloratzê serrahênerê tîma Paxtakora Uzbekistanê hevrikê herî nêzîk ê Gul-Muhemedî sedî 41.39ê dengan ji bo vê mewqiyê bidest xist û ew ji Gul-Muhemedî paşda ket.
Tîma Perspolîsa Îranê li Lîga Şampiyonên Asyayê bi serrahêneriya Gul-Muhemedî bû fînalîsta van pêşbirkeyan. Ev tîma divê di roja 19 Kanûna 2020 de ji bo diyarbûna qehremanê Asyayê bi tîma fînalîsta rojhilatê Asyayê anku Japonyayê bikeve hevrikiyê.