Li Kerkûkê; Pêşangeha Şêwekariyê bi navê ‘Demokrasî’ hate vekirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i321470-li_kerkûkê_pêşangeha_Şêwekariyê_bi_navê_demokrasî’_hate_vekirin
Li bajarê Kerkûkê pêşangehek wêneyan ya bi navê ‘Demokrasî’ hate vekirin. Pêşangeh dê 2 vekirî be.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2020 06:35 Asia/Tehran
  • Li Kerkûkê; Pêşangeha Şêwekariyê bi navê ‘Demokrasî’ hate vekirin

Li bajarê Kerkûkê pêşangehek wêneyan ya bi navê ‘Demokrasî’ hate vekirin. Pêşangeh dê 2 vekirî be.

Li gorî rapora malpera Diyarname'yê ji zarê Roj Newsê, Li Sentera Rewşenbîrî ya Kerkûkê, Rêxistina Viyan ya ji bo mafên jinan pêşangehek şêwekarîyê bi navê ‘Demokrasî' vekir. Bi giştî 15 şêwekar tevlî pêşangehê bûn. Di dema vekirina pêşangehê de gelek welatî û hunermend amade bûn. Di tabloyên wêneyên hatîn çêkirin de zêdetirî xwe demokrasî êşa jinan derketiye pêş.

Berpirsa Rêxistina Viyan Aheng Enwer li ser armanca pêşangehê ji Rojnewsê re axivî û got; “Li bajarê Kerkûkê niha rewşa siyasî û civakî ne zêde baş e. Em dixwazin bi çalakiyên bi vî awayî bala xelkê bidin ser demokrasiyê û hevqebûlkirinê. Hilbijartinên Iraqê jî nêz dibin, hilbijartin jî dibin sedema kûrbûna pêşbaziyan. Ji bo vê em dixwazin bi naverokên bi vî awayî cewhera welatiyan vegerînin ser demokrasî û dûrî xeletiyan.”