Mijdar 16, 2020 16:41 Asia/Tehran
  • Tîma Perspolîsa Îranê bû fînalîstê Asyayê

Daxwaza venêhrînê ya Klûba El Nesir a Erebistanê li dosiya dozvekirina li dijî Klûba Pespolîsê bitamî red bû.

Li gor Fars Newsê, Daxwaza venêhrînê ya Klûba El Nesir a Erebistanê li dosiya dozvekirina li dijî Klûba Pespolîsê bitamî red bû.

Klûba El Nesir a Erebistana Siûdî piştî hevrikiya fînalê a navbera vê tîmê û tîma Perspolîsê li Lîga Qehremanên Asyayê, îdia kir ku piştê girêdana veguhestinan Perspolîsê lîstikvanên nû bikar anîn, ku ev mesela ji aliyê Komîteya înzibatî ya AFC red bû.

Piştî vê yekê Erebistanê neraznama xwe derbarê vê hukmê AFC ji Komîteya Venêhrînê ya Konfedrasiyona Fûtbola Asyayê re şand û hegerên din ji bo mehkûmkirina Perspolîsê diyar kirin yên wekî nerizamendiya derbarê derxistina îznama pisporî ya vê klûbê ji ber ku ev klûb (Perspolîs)   deyndar bû, lê belê îro endamên vê Klûbê dozvekirina nû ya El-Nesirê red kir.

Bi vê awayî Perspolîs ji navça rojavayê Asyayê bû fînalîstê Lîga Qehremanên Asyayê û ewê di roja 19 Kanûna 2020 li werzişgeha El-Cunûb a Duhaya Qeterê wê bi nûnera rojhilatê Asyayê re bikeve hevrikiyê.  

Serepeyv