Amed; Li Mala Dengbêjan dîsa kilam tên gotin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i320522-amed_li_mala_dengbêjan_dîsa_kilam_tên_gotin
Li Amedê Mala Dengbêjan a ji bo domandina dengbêjiya edebiyata devkî ya Kurdan bi destê Şaredariya Bajarê Mezin hatibû vekirin û di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (KOVÎD-19) da hatibû girtin dîsa hat vekirin û lê dengê dengbêjan olan dide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 18, 2020 06:47 Asia/Tehran
  •  Amed; Li Mala Dengbêjan dîsa kilam tên gotin

Li Amedê Mala Dengbêjan a ji bo domandina dengbêjiya edebiyata devkî ya Kurdan bi destê Şaredariya Bajarê Mezin hatibû vekirin û di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (KOVÎD-19) da hatibû girtin dîsa hat vekirin û lê dengê dengbêjan olan dide.

Li gorî nivîsa beşa Kurmancî ya AA'yê, Mala Dengbêjan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo domandina dengbêjiyê li qonaxeke dîrokî vekiribû di çarçoveya tevdîrên KOVÎD-19ê da di 15ê adarê da hatibû girtin.

Di çarçoveya tevdîran da Mala Dengbêjan dîsa hat vekirin, dengbêjên li qonaxê kom bûn û stranên qala destan, hezkirin, tebîet, jan, êş, û hesretê dikin dibêjin.

Dengbêjên berê gund gund digeriyan sitran digotin nika li Mala Dengbêjan kom dibin û ziyarevan û mêvan jî ji ber vekirina malê gelekî kêfxweş in.