Xelata Nobelê ya Aboriyê dan du amerîkî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i320363-xelata_nobelê_ya_aboriyê_dan_du_amerîkî
Akademiya Zanistê ya Kraliyeta Swêdê îsal Xelata Nobelê ya Aboriyê da du hemwelatiyên Amerîkayê yên bi navê Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 12, 2020 18:09 Asia/Tehran
  • Xelata Nobelê ya Aboriyê dan du amerîkî

Akademiya Zanistê ya Kraliyeta Swêdê îsal Xelata Nobelê ya Aboriyê da du hemwelatiyên Amerîkayê yên bi navê Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson.

Li gorî nivîsa Malpera Diyarname'yê, Aborîzan Paul R. Milgrom û Robert B. Wilson li Zanîngeha Stanforda Amerîkayê dixebitin. Herdu aborîzan ji ber sedema teoriya mezatê (auction theory) ya eşkere û dîtina formên nû yên mezatê layiqê xelatê hatine dîtin.

Serokê Komîteya Berpirsên Beşa Aborî yê Akademiyê Peter Fredriksson di axaftina xwe de got ku vesazkirina masîvanî, bazirganî û mafên emîsyonê, di buhadiyarkirina elektrîkê de rewşa aborî ya ji aliyê mal û xizmetê de, di warên wisa de qîtema mezatê girîng e û gt: "Her roj yên difroşin û yên dikirin di asta astronomîk de rewş diçe û tê. Pir hindik em hemû dikevin bin bandora vê yekê." Fredriksson diyar kir ku Milgrom û Wilson bi lêkolîna xwe rêyek nû daye ber teoriya mezatê.

Xelatên Nobelê 10'ê meha berfanbarê bi merasimek têne belav kirin. Di her beşê de xelat 10 mîlyon kronê Swêdê ye.