Îlon 30, 2020 11:59 Asia/Tehran
  • Fîlma îranî xxelata Baştirîn fîlma Belgewar a Festîvala navneteweyî ya Îtalyayê bi dest xist

Fîlma îranî ya "Derbasbûn ji Mijê" (passing the fog) xelata Baştirîn fîlma Belgewar a dora pêncem a festîvala navneteweyî ya Fîlma Yuno Sguardo Raro (Uno sguardo raro) ya Îtalyayê bir.

Li gorî rapora roja Çarşemiyê ya IRNAyê, li festîvala navneteweyî ya Fîlma Yuno Sguardo Raro (Uno sguardo raro) ya Îtalyayê fîlmin ji welatên Îran, Îtalya, Fransa, Almanya, Tirkiye, Yûnan,

Hind, Spanya û welatên din hatin nîşandan ku di dawiyê da Fîlma îranî ya "Derbasbûn ji Mijê" (passing the fog) xelata Baştirîn fîlma Belgewar wergirt.

festîvala navneteweyî ya Fîlma Yuno Sguardo Raro ji 18 heta 28ê Îlonê bi awayê Online li bajarê Romê hat lidarxistin.

Kurtefîlma belgewar a "Derbasbûn ji Mijê" ku bi derhêneriya Emîrelî Mîrderîkvend hatiye çêkirin, kirtiyek ji jiyana malbatekê ye ku keçeke wan a astengdar heye.

 

Serepeyv