Zilamê duyem ê guleştê li Olempîk tûşî Koronayê bû
Îlon 19, 2020 17:48 Asia/Tehran
Berqehreman (zilamê duyem) ê guleşta azad yê Olempîk bi vîrûsa Koronayê ket.
Li gor IRNA, Mesûd Mistefa Cokar niha ji ber Koronayê li nexweşxanekê hatiye razandin.
Ew li Olepîka 2004 a Atinayê hilkişiya ser pileya duyem a guleşta azad û niha perwerdekarê tîma neteweyî ya Îranê li guleşta azad e.
Berî wî Husên Nûrî endamê tîma neteweyî ya guleşta ferengiya Îranê ku xwediyê medala tûnc a cîhanê ye û Muhemed Reza Taliqanî endamê taxima serokatiyê ya fedrasiyona guleştê bi vîrûsa Koronayê ketibûn.