Îlon 08, 2020 09:04 Asia/Tehran
  • Li Festîvala Fîlman a Venedîk; 'Tilda Swinton' hat xelatkirin

Festîvala Fîlman a Venedîkê "Xelata Serketina di Hemû Jiyanê de" da lîstikvana navdar Tilda Swinton.

Lîstikvan Tilda Switon di sala 1960'î de li Londona Îngilistanê hatiye dinê. Heta niha bi dehan fîlman de rol girtiye ser milên xwe û Xelata Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî ya Oscarê, bi heman awayî xelata BAFTA'yê û 2 caran jî Xelata Globa Zêrîn girtiye.

Wê yekemîn car di sala 1992'ya de di fîlmên "Onlando: Çîroka Jiyanek" de rola sereke girtibû û ji wê rojê de bi awayekî serketî karê xwe didomîne. Niha Festîvala Venedîkê ew rûmetdar kir.

77'emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê êvara 2'yê mehê bi merasimek li Lido ya Venedîkê dest pê kir û di şevê de Swinton bi xelata Serketina Di Hemû Jiyanê De hat xelatkirin.

'Em li vir in'

Seroka Juriya Festîvalê îsal lîstikvan Cate Blanchett e û wê di merasimê de wisa got: "Em li vir in. Ligel we hatina cem hev wekî mucizeyek e. Rêya em tê re derbas dibin ne diyar e lê îşev destpêkek e."

Di şevê de fîlmê derhênerê îtalî Daniele Luchetti yê bi navê "Lacci" wekî fîlmê destpêkirina festîvalê hat nîşandayîn û festîvalê bi awayekî fermî dest pê kir.

Li Îtalyayê ji ber vîrusa koronayê hemû çalakiyên mezin hatibûn rawestandin, di vê demê de festîval yekemîn çalakiya mezin e ku di vê çarçoveyê de li dar dikeve.

Festîval li gor rêgezên vîrusa koronayê bi pîvan tê lidarxistin. Heta 12'yê mehê dê fîlm bêne nîşandayîn û wê şevê fîlmên serketî dê bêne xelatkirin û festîval bi dawî bibe. Di şevê de dê serketiyê xelata "Şêrê Zêrîn" jî bê diyarkirin û xelatkirin.

Serepeyv