Kilûpa Manchester City ya Inglîzê peykera "David Silva" çêdike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i318806-kilûpa_manchester_city_ya_inglîzê_peykera_david_silva_çêdike
Lîstikvanê "Manchester City" "David Silva" piştî 10 salan îsal ji klûbê vediqete. Ji bo keda van 10 salan Kilûpa Manchester City ya Inglîzê biryar da ku peykera lîstikvanê spanyolî çêbike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 20, 2020 05:37 Asia/Tehran
  • Kilûpa Manchester City ya Inglîzê peykera

Lîstikvanê "Manchester City" "David Silva" piştî 10 salan îsal ji klûbê vediqete. Ji bo keda van 10 salan Kilûpa Manchester City ya Inglîzê biryar da ku peykera lîstikvanê spanyolî çêbike.

Serokê Kilûpa Manchester City ya Inglîzê "Khaldoon Al Mubarek" got ku dê peykera lîstikvanê 34 salî li derveyî stadê cihek bê bi cih kirin.

Silva 436 caran kincê "Manchester City" li xwe kir û di vê demê de 4 caran di Premier Lig, 2 caran di "FA Cup" û 3 caran jî di "Community Shields" de ligel tîmê bi ser ket.

Li aliyê din ji tîmên La Lîgayê "Real Sociedad" ligel "David Silva" 2 salan peyman girê da. Tîmên "Valencia" û Lazio jî dixwestin Silvayî veguhezînin bikin.