Pêşangeha şêwekaran a Minbicê bi dawî bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i317748-pêşangeha_şêwekaran_a_minbicê_bi_dawî_bû
Di roja dawîn a pêşangeha hunera şêwekariyê ya bajarê Minbicê de ku bi sponseriya Navenda Çand û Hunerê li dar ket, gelek wêneyên hunerî hatin pêşkêşkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 16, 2020 12:50 Asia/Tehran
  • Pêşangeha şêwekaran a Minbicê bi dawî bû

Di roja dawîn a pêşangeha hunera şêwekariyê ya bajarê Minbicê de ku bi sponseriya Navenda Çand û Hunerê li dar ket, gelek wêneyên hunerî hatin pêşkêşkirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê, "15 hunermendên ji Minbicê îro bi 60 tabloyan û bi dehan şêniyên bajêr tev li pêşangehê bûn.

Pêşangehê duh li Çerxerêya Sebî Behrat a li ser rêya Helebê dest pê kiribû û îro jî li parka Yekitiya Kluba Werzîşê bi dawî bû.

Armanc ji vê pêşangehê ew e ku hunermendên bajêr karibin hunera xwe derbirînin, bi pêş bixin û baştirîn tabloyên hunerî pêşkêş bikin"