Adar 09, 2023 18:10 Asia/Tehran
  • Kenanî: “Roja Cîhanî ya Jinan veguherîye derfeteke sûdwergirtina sîyasî ya narewa ji bo rayedarên welatên rojavayî”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, “Roja Cîhanî ya Jinan” mijarek ji bo sûdwergirtina sîyasî ya narewa ji bo rayedarên welatên rojavayî zanî.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê “Nasir Kenanî” îro ragihand: “Roja Cîhanî ya Jinan dewsa ku bibe wesîleyek ji bo nihêrîna ser karnameya bikaresat a çanda rojavayî di warê serederîya digel mafên jinan û malbatê da, veguherîye mijar û emrazekê ji bo sûdwergiritna sîyasî ya narewa di destê rayedarên welatên rojavayî da ku idiaya mafên jinan dikin û tevî pirrcûrîya çandî û şaristanî buxtanan li welatên din dikin û wan dixin ber lêpirsînê û Amerîka û çend welatên qurre yên ewropî bi karnameya xwe ya reş di warê binpêkirina mafên bingehîn ên mirovan û jinan di civakên xwe da ne tenê di wê astê da ne ku dew û doza berevanîya ji kes û welatên din bikin, belkî di mijara mafên merivan û jinan da deyndarê cîhanê û civaka mirovantîyê ne.”

Dezgeha Mafên Merivan a Wezareta Dadê ya Komara Îslamî ya Îranê jî di daxûyanîyeke bi boneya Roja Cîhanî ya Jinan da, ragihand ku Roja Cîhanî ya Jinan divê sozdarîya dewletan derheq xurtkirina rola jinan di jîyana civakî û parastina gewhera mirovî ya wan da ray bide, pêgirî kir: “Sîyaset û kiryarên zorbêjane yên yekalî û têkder ên wekî boykotan ji hêla welatên rojavayî va bûne sebe ku ewlehîya civakên mirovî lawaz bibe û rê li ber sûdwergirtina jinan ji mafên wan bê girtin, lewma karê Amerîkayê û hin welatên rojavayî yê sepandina boykotên yekalî yên derveyî mirovantîyê, cinayeta dijî mirovantîyê ye û dibe sebeb ku berpirsîyeke navneteweyî bikeve ser milê wan.”

Dezgeha Mafên Merivan a Wezareta Dadê ya Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da ragihand: “Eva ku Amerîka û welatên rojavayî di rû da banga piştgirîya ji mafên jinan didin, lê xwe bi awayekî herî giran mafên wan binpê dikin, mijarek e ku civaka navneteweyî dibîne.”

Bi dû bijehrêketina hin xwendekarên keç a bi guman li Îranê, Amerîkayê û hin welatên ewropî bi daxûyanîyan destwerdan di vê mijarê da kirin û Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî derheq sûdwergirtina narewa ji mijarên mirovî bo meremên sîyasî hişyarî dabû.

Serepeyv