Hezîran 30, 2020 21:28 Asia/Tehran
  • Mûsewî:Ewlehiya navçê bi guhdarîkirina desûrên Amerîkayê dabîn nabe

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî welatên ereb ên navçê muxateb girt û got:Ewlehiya navçê bi guhdarîkirina desûrên Amerîkayê û cihanîna wan dabîn nabe.

Mûsewî îro di bersiva bo boxtan û îdiayên rayedarên hin welatên ereb ên navçê yên wekî Erebistan û Behreynê de got: Welatên wekî Erebistanê ku bi salan bi piştgiriya ji komên terorîst ên wekî El-Qayide û DAIŞê navçê bê îstiqrar û bê ewleh kirine, niha boxtanên derew li Îranê girê didin, Îrana ku bi wezîfenasiya xwe şerûdî û belayê komên terorîst ji welatên navçê dûr kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Piştgiriya ji hedef û xwestekên Amerîkayê yên di çarçova berdewamkirina ambargoyên çek û sîlahan li dijî Îranê, ji aliyê welatên ku zêde ji 5 salan e bi çek û cebilxanên amerîkî hezaran kes ji jin û zarokên yemenî qir kirine, komediyeke tal e ku van rojana cîhan bi çavên xwe wê dibîne.

Mûsewî li ser hevkariya navçeyî wek tenê riya pêkanîna ewlehî û îstiqrarê li navçê pêgîrî kir û got: Dema wê yekê ye ku ev welatana xwe ji gotinên pûç û neberaqil dûr bêxin û çavgirtî bi dû Amerîkayê ku sembola zilm û bêdadiyê li cîhanê ye neçin û bawer bikin ku ewlehiya wan bi guhdarîkirin û cihanîna destûrên Amerîkayê dabîn naabe.