-
Li Wana Tirkiyeyê 24 koçberên bêdestûr hatin girtin
Hezîran 09, 2022 05:04Li Îpekyoluya navçeya Wanê di malekê da 24 koçberên bêdestûr ên ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî ketine nav vî welatî, hatin girtin.
-
Komeleya Elewiyan a Hubyar Sultanê li Stenbolê kete ber êrîşeke çekdarî
Hezîran 09, 2022 04:37Hate ragihandin ku li navçeya Okmeydani ya Stenbolê ya Tirkiyê li dijî Komeleya Çanda Elewiyan a Hubyar Sultanê êrîşeke çekdarî pêk hat.
-
Tirkiyê careke din HSD wek merc danî ber Fînland û Swêdê
Hezîran 09, 2022 04:25Serokkomarê Tirkiye Receb Teyib Erdogan derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya bo NATO'yê de careke din careke din HSD wek merc danî Fînland û Swêdê û got “Heta ku daxuyaniyên terorîstan di televîzyonên fermî yên Swêdê de bên belavkirin, em nikarin bibêjin fermo werin nav NATO'yê. Bo NATO'yê jî heman tişt rast e.”
-
Roja Çarşemê: Li Amedê herî kêm 16 rojnamevan hatin binçavkirin
Hezîran 08, 2022 19:22Polîsên Tirkiyê li Amedê Hevserokê DFG’ê (Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê) Serdar Altan û Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş jî di nav da bi ser malên gelek rojnamevanan da girtin û herî kêm 16 rojnamevanan binçav kirin.
-
Çavuşoglu: "Gorî Tirkiyeyê ev plan (avakirina korîdora genim) pêkan e"
Hezîran 08, 2022 11:21Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu ji bona li Behra Reş korîdora genim bê avakirin wiha got, "Em behsa avakirina mekanîzmayeke di navbera Neteweyên Yekbûyî (NY), Rûsya, Ukrayn û Tirkiyeyê da dikin. Gorî Tirkiyeyê ev plan pêkan e."
-
Wezîrên berevaniyê yê Tirkiye û Rûsiyê axivîn
Hezîran 08, 2022 06:57Wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Rûsiyê derbarê alûgorên bakurê Sûriyê û derfirotina dexl û danê ji Ukraynê axivîn.
-
Wezîrê Derve yê Rûsyayê çûye Enqerê
Hezîran 07, 2022 19:04Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov serdana Enqera paytexta Tirkiyê kir.
-
Erdogan û Bahçeli operasyona ser kurdên Sûriyê gotûbêj kirin
Hezîran 07, 2022 18:54Serokkmarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ku partiya wî şîrîka desthilatê ye îro 7ê Hezîrana 2022ê li Enqere ya paytexta Tirkiye civiyan.
-
Bankirina Balyozê Îtalya bo wezareta derve ya Tirkiyê
Hezîran 07, 2022 06:57Enqere gazî balyozê Roma yê li Tirkiyê kir û nerazîbûna xwe li hember çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Îtalyayê nîşan da.
-
Li Tirkiyê tetbîqata NATOyê li dar dikeve
Hezîran 07, 2022 05:56Enqerê tetbîqata veguheztin û amadekariyê ya Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) li Tirkiyê dawiya vê mehê (Hezîranê) ragihand.