-
Li Qamişlo, Hesekê, Tebqa û Reqayê qedexeya giştî dest pê kir
Tesrîn 26, 2020 16:25Biryara qedexekirina giştî ya derketina derve li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê dest pê kir.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din bi koronayê mirin
Tesrîn 25, 2020 18:58Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 2 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa koronayê (Covid-19) mirin.
-
Rêjîma Siyonîst bi mûşekan êrîşî ser parêzgeha Rîfa Şamê li Sûriyê kir
Tesrîn 25, 2020 03:36Çavkaniyên nûçeyan berbanga Çarşemiyê qala êrîşa bi mûşekan a Rêjîma Siyonîst ser parêzgeha Rîfa Şamê ya Sûriyê kirin.
-
Efrîn adagirbûyî - Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê di nav de 3 jin, 4 sivîl revandin
Tesrîn 25, 2020 03:28Çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê li gundên navçeya Cindirêsê ya Efrînê 4 sivîl revandin, di nav de 3 jin hene.
-
Sûriye: 74 kesên din bi koronayê ketin, 5 jî mirin
Tesrîn 25, 2020 03:28Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê di 24 saetên dawî (heta 24ê Mijdarê (Sermawez)) de li Sûriyê 74 kesên din bi vîrusa koroneyê ketin û 5 jî mirin.
-
Bakurê rojhilatê Sûriyê - Şaneya Aloziyê ya Cizîrê têkildarî qedexeya giştî daxuyanî da
Tesrîn 25, 2020 03:28Şaneya Aloziyê ya herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê hûrgulyên biryara qedexeya derketina derve ya giştî ya 10 rojan a li ser bajarên Hesekê û Qamişlo eşkere kirin.
-
Mistefa Şêxo: Grûpên girêdayî Tirkiyê berpirsê teqînên li Efrînê ne
Tesrîn 24, 2020 19:39Çalakvan û Endamê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê Mistefa Şêxo diyar dike ku tevî hebûna xalên kontrolê, çawa dibe otomobîlên bombekirî derbasî Efrînê dibin û dibêje: “Berpirsyarê yekem, Tirkiye ye, ji ber ku ew berpirsê ewlehiyê ye.”
-
Teqînekê bajarê Efrînê hejand, gelek kesên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn
Tesrîn 24, 2020 18:10Êvara îro roja sêşemê 24.11.2020an teqîneke mezin li bajarê Efrînê yê kurdên Sûriyê ku Tirkiyê û terorîstên wê ew dagir kirine, pêk hat û ji ber wê teqînê hejmarek welatî can dan û birîndar bûn.
-
Di şerê Eyn Îsayê de gelek çete ji wan serkirdeyekî çeteyan hatin kuştin
Tesrîn 24, 2020 10:16Dewleta Tirkiyê tevî çeteyên xwe duh êriş bir ser bakurê Eyn Îsayê û şervanên HSD'ê jî bersiv dan êrişê. Di şer de gelek çete û di nav wan de serçeteyê bi navê Îsmaîl Eydo hatin kuştin. Herwiha li gundê Mielek ê Eyn Îsayê şerekî giran berdewam dike.
-
Di şerê navbera HSDê û Çeteyên Tirkiyê de li Eyn Îsa de gelek çete hatin kuştin
Tesrîn 24, 2020 05:03Di encama şer û pevçûnên ku li Eyn Îsayê di navbera hêzên dagirker û HSD’ê de derket û nêzî 3 seeta berdewam kir de gelek çete hatin kuştin.