Li Qamişlo, Hesekê, Tebqa û Reqayê qedexeya giştî dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321767-li_qamişlo_hesekê_tebqa_û_reqayê_qedexeya_giştî_dest_pê_kir
Biryara qedexekirina giştî ya derketina derve li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 26, 2020 19:55 Asia/Tehran
  • Li Qamişlo, Hesekê, Tebqa û Reqayê qedexeya giştî dest pê kir

Biryara qedexekirina giştî ya derketina derve li bajarên Qamişlo, Hesekê, Reqa û Tebqayê dest pê kir.

Şaneya Aloziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexekirina giştî ya derketina derve li ser bajarên Hesekê, Qamişlo, Tebqa û Reqayê piştî zêdebûna hejmara pêketiyên koronayê, ragihand.

Li gorî daneyên dawîn ên Rêveberiya Xweser, hejmara pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) gihaşt 6 hezar û 825’an, ji wan hezar û 5 baş bûne û 187 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa koronayê, da ku pêşî lê were girtin qedexekirina giştî li bajarê Dêrikê ji 6'ê Mijdarê de dest pê kir û heta 14 rojan dirêj kir.

Her wiha li gorî Desteya Tenduristiyê tedbîrên ku li Kobanê hatine girtin, hişt ku hejmara pêketiyan kêm bibe.

Li bajarên ku qedexekirin lê hatiye ragihandin, pabendiyeke giştî ji hêla gel ve heye û sûk û dikan bi tevahî girtî ne.