Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din bi koronayê mirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i321740-li_bakur_û_rojhilatê_sûriyê_2_kesên_din_bi_koronayê_mirin
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 2 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa koronayê (Covid-19) mirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2020 18:58 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesên din bi koronayê mirin

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 2 kesên din ji ber nexweşiya vîrusa koronayê (Covid-19) mirin.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 2 kesên din ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye, yek mêr e, ji Dêrikê ye û yek jî jin e û ji Hesekê ye.

Mistefa destnîşan kir ku 96 kesên din bi koronayê ketin, ji wan 56 mêr in û 40 jî jin in û ji van herêman in:

Hesekê: 8

Dêrik: 4

Qamişlo: 6

Dirbêsiyê: 2

Girkê Legê: 1

Til Temir: 1

Reqa: 27

Tebqa: 22

Kobanê: 11

Şehba: 12

Minbic: 2

Her wiha Ciwan Mistefa da zanîn ku 4 kesên ku berê bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Tevî van pêketiyên nû hejmara giştî ya pêketiyan gihaşt 6 hezar û 787 kesan, ji wan 185 kesan jiyan xwe ji dest daye û 984 kes jî baş bûne.