-
Sekreterê Giştî yê Ketayîba Seyîd uş-Şuhedaya Iraqê: Derketina Amerîkayê divê nebe sedema nigeranîya kurdan
Çirî 04, 2026 15:14Hevdem ligel ragihandina fermî ya bidawîhatina erka Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, Sekreterê Giştî yê Ketayîba Seyîd uş-Şuhedaya Iraqê, di peyamekê da xitabî Herêma Kurdistana Iraqê got: Derketina hêzên Amerîkayê divê nebe sedema nîgeranî û tirsê ji bo aliyên kurd; ji ber ku parastina ewlehiya Herêmê, erka neteweyî ya hemû îraqîyan e.
-
Gazprom: Zimhêrên gazê yên Ewropayê di asta herî nizm a dîroka xwe da ne
Çirî 04, 2026 18:43Rêvebirê Giştî yê Gazproma Rûsyayê ragihand: Ewropa li ber zivistanê hema wisa rekora asta herî nizm a zimhêrên xwe yên gazê tomar dike.
-
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê ra derbarê çalakiyên komîteyên pêvajoya aşitiyê hevdîtin pêk anî
Çirî 04, 2026 18:42Endamên Heyeta Îmraliyê, di hevdîtina bi Cewdet Yilmaz, Cîgirê Serokkomarê Tirkiyê ra, çalakiyên “Heyeta Şopandin û Nirxandinê” û çar komîteyên wê yên pêreyî vekolandin.
-
Tîma stêrknasî û astrofîzîkê ya Îranê bû qaremana cîhanê
Çirî 04, 2026 18:41Tîma Îranê di nozdehemîn dewra Olîmpiyada Cîhanî ya Stêrknasî û Astrofîzîkê li Hanoya Vîetnamê, ji bo sêyemîn sala li pey hev bû qaremana cîhanê.
-
Parêzgarê Azerbaycana Rojava: Divê ji potensiyêla hevkarîya aborî bi Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ra sûd were wergirtin
Çirî 04, 2026 18:40Parêzgarê Azerbaycana Rojava sînorên vê parêzgehê wek dergeha hinardekirin û hawirdekirinê zanî û got: Divê ji potensiyêla hevkarîyê bi Tirkiyê û Herêma Kurdistana Iraqê ra sûd were wergirtin.
-
Zêdeyî 185 hezar xwendekar ji bo hînkirina zimanê kurdî li Sûriyê hatin tomarkirin
Çirî 04, 2026 18:39Zêdeyî 185 hezar xwendekar li parêzgehên Heseke, Heleb, Şam û Hemayê ji bo xwendina bi zimanê kurdî hatin tomarkirin.
-
Erebistana Siûdî pêleke êrişên asimanî û topxaneyî yên ser Yemenê pêk anî
Çirî 04, 2026 18:38Balafirên şerr û topxaneya Erebistana Siûdî îro çend navçeyên li parêzgehên Se'de, Teiz û El-Cewfê yên Yemenê kirin armanc.
-
Rûsyayê êrişî ser pira Kîyevê di dema amadebûna Serokwezîrê Almanyayê li vî bajarî da kir
Çirî 04, 2026 18:38Hevdem digel sefera Serokwezîrê Almanyayê ya paytexta Ukraynê, xwefireke Rûsyayê careka din pira bakûrî ya Kîyevê li ser çemê Dnîproyê kir armanc.
-
Tehran: Derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê di rêya xurtkirina serwerîya neteweyî, yekperçetîya axê û serxwebûna vî welatî da ye
Çirî 04, 2026 18:37Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derketina hêzên dagirker ên Amerîkayê û hêzên din ên biyanî ji Iraqê di rêya xurtkirina serwerîya neteweyî, yekperçetîya axê û serxwebûna Iraqê da bi nav kir.
-
Tîma neteweyî ya Volîbola Îranê bû qaremana Lîstikên Asyayê
Çirî 03, 2026 18:26Tîma neteweyî ya Volîbola Îranê di fînala Lîstikên Asyayê yên 2026an a Nagoyayê da li hember Japonê bi ser ket û gihîşt mîdala zêrê ya van pêşbirkan.