-
Hevdîtinên Wezîrê Derve yê Îranê li kêleka Civîna NY
Îlon 23, 2025 14:15Wezîrê Derve yê Îranê bi hevtayên xwe re li kêleka Civîna Giştî ya NY hevdîtin pêk anî.
-
Bexdayê biryar da ku mûçeyê meha 7an a karmendên Herêma Kurdistanê bişîne
Îlon 23, 2025 16:57Encûmena Wezîrên Iraqê di civîna îro de biryar da ku mûçeyê Tîrmehê bişîne bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Ev biryar piştî lihevkirina duh a Bexda û Herêma Kurdistanê û şîrketên niftê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina niftê hat dayîn.
-
Hikûmeta demkî ya Şamê li eranserî Sûriyê ne serdest û rewa ye
Îlon 23, 2025 16:32Hoşeng Derwêş Wekîlê MSD'yê yê Herêma Kurdistana Iraqê dibêje, Hikûmeta demkî ya Şamê li eranserî Sûriyê ne serdest û rewa ye.
-
Konfiransa Rêçareya Avakirina Du Dewletan ji bo piştgiriya ji Filistînê
Îlon 23, 2025 15:57Konfiransa Rêçareya Avakirina Du Dewletan bi serokatiya Fransa û Erebistana Siûdî û bi amadebûna bi dehan rayedarên welatên cîhanê jibo bifermînaskirina welatê serbixwe yê Filistînê li New Yorkê hat lidarxistin.
-
NY: Ti cihek li başûrê Xezzeyê ji bo awareyan tuneye
Îlon 23, 2025 14:57Berdevkê Nivîsgeha Karûbarên Mirovî ya NY tekez kir ku ti cihek li başûrê Xezaeyê jibo awareyan tuneye û Rejîma Siyonîst tevahiya Xezzeyê dide ber êrişan.
-
Xezze- Berdewambûna êrişên Rejîma Sîyonîst
Îlon 23, 2025 13:57Di encama êrişên Rejîma Sîyonîst ser Zîvala Xezzeyê di 24 saetên buhurî da 38 kes hatin şehîdkirin u 190 kes jî hatin birîndarkirin.
-
13 kes li şaredariya Enqerê hatin desteserkirin
Îlon 23, 2025 13:3713 kes li şaredariya Enqerê bi tawana bikaranîna neçê ya kar û şuxilê xwe û destwerdana di îhaleyên giştî da hatin desteserkirin.
-
Komîsyona Lêpirsînê ya NY: Şîdeta dijî elewiyan berdewam dike
Îlon 23, 2025 11:57Serokê Komîsyona Lêpirsînê ya NY li Sûriyê derbarê dewama pêla şîdeta dijî elewiyan de hişyarî da û got ku ji destpêka îsal ve zêdetirî 1400 elewî hatine kuştin.
-
Hilkişiyana berçav a keça Pîng-pongbaz a Îranê di rêzebendiya federasyona cîhanî da
Îlon 23, 2025 11:50Şîma Sefayî endamê Tîma Neteweyî ya Pîng-ponga Îranê di rêzebendiya herî nû ya Federasyona Cîhanî ya Tenîsa Ser Maseyê (Pîng-pong) da bi awayekî berçav hilkişiya.
-
Gotêrêş: Divê hikmên Dadgeha Navneteweyî derbarê Xezzeyê de werin bicihanîn
Îlon 23, 2025 10:57Sersekreterê NY di 80emîn Civata Giştî ya vê rêxistinê de ragihand:Divê hikmên Dadgeha Navneteweyî derbarê Xezzeyê de werin bicihanîn.