-
Nerazîbûna ji ber hikimdarîya PDK û YNK’yê li Herêma Kurdistana Iraqê zêde bûye
Sibat 09, 2023 12:40Li gorî encamên dawîn rapirsîyan li Herêma Kurdistana Iraqê, asta nerazîbûna ji nekarabûna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) wek du alîyên hikimdar jorda çûye.
-
Endamekî PDK’yê: “Me 3 rê ji bo dayîna miaşê karmendên Herêmê raberî Bexdayê kirin”
Sibat 08, 2023 10:39Endamekî Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku 3 rê ji bo dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê raberî Bexdayê hatine kirin.
-
Tevgera Gorran`ê: Divê YNK bizane ku paşdaxistina hilbijartinan zîyaneke giran digihîne cîgeha wê
Sibat 07, 2023 05:33Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Gorran`ê xwest ku hilbijartina parlimanê ya Herêma Kurdistanê di dema dîyarkirî da were lidarxistin û YNK jî hişyar kir ku xelk ji kiryarên wê wiha tigihîştîye ku ew ji lidarxistina hilbijartinê ditirse.
-
Hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê bo Tirkiyê ji ber erdhejê hat rawestandin
Sibat 06, 2023 14:39Hin çavkaniyên li Herêma Kurdistana Iraqê ragihandin ku hinardekirina niftê bo Tirkiyê ji ber erdheja wêranker li Tirkiyê hatiye rawestandin.
-
Ji ber nakokiya PDK û YNK'yê civîna Silêmaniyê dê neyê lidarxistin
Sibat 05, 2023 17:14Ji ber nakokiya di navbera PDK û YNK'yê da civîna Silêmaniyê dê neyê lidarxistin.
-
Rêya pêşîlêgirtin li qaçaxa Doalr; Kontrola zêdetir ser derbasgehên Herêma Kurdistanê
Sibat 05, 2023 15:13Parlimanterekî berê yê Meclisa Iraqê got: “Tenha rêya girtina pêşiya qaçaxa Dolar li Iraqê, şidandina kontrolkirina derbasgehên sînorî û balafirgehên Herêma Kurdistanê ye.”
-
Gotûbêja pêkhate û kêmîneyên Herêma Kurdistanê têkildarî hilbijartinê
Sibat 04, 2023 18:11Kêmîne û pêkhateyên Herêma Kurdistana Iraqê civîneke gotûbêjê li dar xistin.
-
Sirwe Ebdulwahid: “Wezîrê Avedankirin û Avahîyan gumana gendelîyê li ser heye”
Sibat 04, 2023 16:15Endama Komîsyona Pakdestîyê ya Parlimana Iraqê Wezîrê Avedankirin û Avahîyan ê vî welatî tawanbar kir ku gumana gendelîya di peymanên vê wezaretxanê da ser wî heye.
-
Rapora Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan derbara binpêkirina mafên medyayan li Herêma Kurdistanê da
Sibat 03, 2023 08:08Anegorî rapora Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanên Cîhanê, di sala 2022`an da bi giştî 158 haletên binpêkirina mafên medya û rojnamevanan li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin.
-
Dadgeha Federal a Iraqê hegera lidarnexistina civîna îro ragihand
Sibat 02, 2023 14:05Dadgeha Federal a Iraqê civîna îro ya têkildarî dirêjkirina dewra parlimana Herêma Kurdistanê bi sê hegeran ji wan amadenebûna parêzeran û koma Herêma Kurdistanê ya taybet bi hiqûqê paşda xist.