-
Li Zaxo agir berbû 8 konên koçberan şewitîn
Tebax 09, 2019 05:49Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajarê parêzgeha Duhokê diyar kir, îro 09.08.2019ê serê sibehê agir berbûye kon û çadirên koçberên Şingalê yên li kampa Çem Mİko ya qeza Zaxoyê û di encamê de 8 kon û çadir bi temamî şewitîne.
-
Aliyên kurdî hewla didin bi lîsteyekê beşdarî helbijartinên Kerkûkê bibin
Tebax 08, 2019 11:53Berpirsê Dezgeha Hilbijartinan a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Xesro Goran ragihand, ew ji bo hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li gel lîsteyekê ne û di vî halî de dixebitin hilbijartinan paş bêxin.
-
Hewlêr lijneyek ji bo şopandina cihanîna xala 140 a qanûna bingehîna Iraqê pêk tîne
Tebax 08, 2019 05:42Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di civîna xwe ya çarşemê biryar da lijneyek ji bo şopandina cihanîna xala 140 a qanûna bingehîna Iraqê pêk were.
-
Leyla Güven ji seroka parlemana Herêma Kurdistanê xwest piştgiriya şêniyên Kampa Mexmûrê bike
Tebax 08, 2019 04:54Nûnera Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya Tirkiyê ji seroka Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku piştgiriya şêniyên kurd ên Kampa Mexmûrê li rojavayê Hewlêrê bike.
-
Asta sermayeguzarîya bîyanî ya li Herêma Kurdistana Iraqê hat ragihandinê
Tebax 07, 2019 03:08Sazîya Karên Berhemanîn û Sermayeguzarîyê ya Herêma Kurdistana Iraqê, ragihand ku di salên buhurî de bayê 6 milyard û 26 milyon dolarî sermîyan li vê Herêmê hatîye bikaranînê.
-
Komkirina zêde ji 4 hezar belgeyan jibo nasandina komkujîya Êzidîyan weke jenosîd
Tebax 06, 2019 11:36Serokê Tîma Komkirin û Dêkomêntkirina Belgeyên Komkujîya Kurdên Êzidî ragihand ku vê tîmê heta nika 4 hezar û 608 belge jibo ku komkujîya Êzidîyan weke "jenosîd" anku "qirrkirin" bidin nasandinê, kom kirine.
-
Mesrûr Barzanî û Konsolê Îranê pêwendiyên dualî gotûbêj kirin
Tebax 06, 2019 07:33Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî û konsolê nû yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Nesrulah Reşnûdî berfirahkirina pêwendiyên dualî û bi taybet di warê aboriyê de gotûbêj kirin.
-
Agir bi kampa Çemişko ya awareyên Şingalê ket
Tebax 06, 2019 07:18Li navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistana Iraqê îro agir bi Kampa Çemişko ya awareyên Kurdên Êzidî ket û di encama şewatê de heta niha 20 konên li kampê şewitîne.
-
Nêçîrvan Barzanî: Bila komên çekdar ji Şingalê derkevin
Tebax 05, 2019 04:10Serokê Herêma Kurdistana Iraqê komên çekdar ên ser bi PKK`ê vexwendin ku ji Şingalê derkevin.
-
Endamê Konseya Rêveberiya YNKê: Serdestiya Tirkiyê li herêmê roj bi rojê zêdetir dibe
Tebax 04, 2019 13:34Endamê Konseya Rêveberiya YNKê tevî hişyariya li bara zêdebûna serdestî û bandora Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi mehneya hebûna hêzên PKKê, daxwaza pêngavrakirina hikûmeta Herêmê jibo rawestandina vî welatî kir.