Li Zaxo agir berbû 8 konên koçberan şewitîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i307087-li_zaxo_agir_berbû_8_konên_koçberan_şewitîn
Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajarê parêzgeha Duhokê diyar kir, îro 09.08.2019ê serê sibehê agir berbûye kon û çadirên koçberên Şingalê yên li kampa Çem Mİko ya qeza Zaxoyê û di encamê de 8 kon û çadir bi temamî şewitîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 09, 2019 10:19 Asia/Tehran
  • Li Zaxo agir berbû 8 konên koçberan şewitîn

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajarê parêzgeha Duhokê diyar kir, îro 09.08.2019ê serê sibehê agir berbûye kon û çadirên koçberên Şingalê yên li kampa Çem Mİko ya qeza Zaxoyê û di encamê de 8 kon û çadir bi temamî şewitîne.

Berpirsê ragehandinê li rêveberiya berevaniya bajar a parêzgeha Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji Basnewsê re ragehand: ‘’Îro saet 03:00ê ber bi sibehê ve di encama şorta elektrîkê agir berbûye kon û çadirên koçberên qeza Zaxo û hemû tiştên di nav konan de jî şewitîne û 8 kon temamî şewitîn. Piştî tîmên berevaniya bajar geheştin cîhê bûyerê karîn agir kontrol bikin û çadirên din ji şewatê rizgar bikin. Ev bû du care agir berdibe çadirên koçberên li kampa Çem Mişko.’’

Berpirsê ragehandinê li beşa karûbarên mirovî li Duhokê Salim Seîd jî ji Basnewsê re ragehand: ‘’Li kampa Çem Mişko ya Zaxoyê 27 hezar û 245 kesên koçber jiyan dikin ku kampa herî mezin a deverê ye, her koçberekî konê wî bişewite, em wek beşa karûbarên mirovî li parêzgeha Duhokê li gel rêxistinên peyvendîdar hewl didin wan malbatan qerebû bikin û tiştên şewitîne di cîha wan de tişt dabîn bikin.’

Roja 6 Tebaxê jî girê li kampa awareyên êzidiyan  a Çemişko li Zaxoyê ket ku di encama agirpêketinê de, 20 konên awareyan şewitîne.”