Komkirina zêde ji 4 hezar belgeyan jibo nasandina komkujîya Êzidîyan weke jenosîd
Serokê Tîma Komkirin û Dêkomêntkirina Belgeyên Komkujîya Kurdên Êzidî ragihand ku vê tîmê heta nika 4 hezar û 608 belge jibo ku komkujîya Êzidîyan weke "jenosîd" anku "qirrkirin" bidin nasandinê, kom kirine.
Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Serokê Tîma Komkirin û Dekumentkirina Belgeyên Komkujîya Kurdên Êzidî, Dadwer Îmin Mistefa di hevpeyvîna digel Kanala Rûdawê de got ku piştî komkujîya berfire ya Kurdên Êzidî bi destê terorîstên DAIŞ`ê li Şingalê, koma berhevkirina belgeyên wê komkujîyê bi armanca nasandina wê weke "jenosîd" ji hêla Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parêzgeha Duhokê hat pêkanînê û wê komê heta nika 4 hezar û 608 belge derbarê vê komkujîyê de berhev kirine û tomar kirine.
Îmin Mistefa herwiha pêgirî kir ku hilêxistina vê dosîyê jibo nasandina wê komkujîyê weke "jenosîd" li dadgehên navnetewî, divê ji hêla dewleta Iraqê weke dewleteke fermî û serbixwe va be lê, Bexda amade nîner di vî warî de hevkarîyê bike û himberî daxwazên Herêma Kurdistanê jî bersivê nade.
Ligorî vê nûçeyê, belgeyên ku vê komê berhev kirine, ew dekument û belge ne ku revandin, kulekirin, guhertina bizorê ya bawerîya dînî, cihêkirina zarokan û malbatan ji hevdu, guhertina bizorê ya cihê jîyanê, şîdet, destdirêjî û hwd diselimînin.