-
Fraksiyonên Kurd beşdarî rûniştina Encûmana Nûneran a Iraqê dibin
Çirî 06, 2019 08:35Îro yekşemê Cîgirê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ragihand ku fraksiyonên Kurdî dê beşdarî civîna dahatû ya Encûmana Nûneran a Iraqê (Meclisê) bibin.
-
Parlimanterên Kurd civîna Parlimana Iraqê boykot kirin
Çirî 05, 2019 07:31Fikrasyonên Kurdistanî li Meclisa Iraqê wek berteka himberî xwenîşandan û nearamîyên di van rojên dawîyê li wî welatî de, di civîna îro ya Parlimana Iraqê de pişkdar nabin.
-
Tirkîyê deverên xelknişîn ên Akrê bombebaran kirin
Çirî 05, 2019 04:46Balafirên cengê yên Artêşa Tirkîyê careka din gundên deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê bi giranî dan ber bombeyan.
-
Nêçîrvan Barzanî têkildarî xwepêşandanên li Iraqê daxûyanîyek da
Çirî 04, 2019 13:35Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî derbarê xwepêşandan û rewşa niha ya Iraqê de peyamek belav kir û di vê peyama xwe de daxwaza parastina asayiş û istiqrarê dike û tekez dike, alozî û têkdana asayişê û veguherîna xwenîşandanan bo şîdetê, rewşê aloztir û dijwartir dike û ti tiştekî çareser nake.
-
Îrec Mescidî û Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê civîyan
Çirî 04, 2019 13:28Balyozê Îranê li Bexdayê di dewama gotûbêja bi rayedarên Kurd re li Hewlêrê, bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin û gotûbêj kir.
-
Nûnerê Herêma Kurdistanê li Bexdayê: Xwenîşandan û nearamiya li Iraqê, dê bandorê li gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê neke
Çirî 04, 2019 12:24Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê li Bexdayê bal kişand ser dewama gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê û got ku xwenîşandan û nearamiyên rojên buhurî li Iraqê dê bandorê ser wan gotûbêjan nekin.
-
Balyozê Îranê li Bexdayê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê civîyan
Çirî 03, 2019 15:20Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê û Serokwezîrê Herêma Kurdstana Iraqê pêgirî ser berfirehkirina peywendiyên dualî kirin.
-
Îran 2 derîyên sînorî yên hevpar digel Helebçê bi fermî nas dike
Çirî 03, 2019 05:52Di hevdîtina Parêzgarê Kirmanşanê û Wezîrê Ewqafê yê Herêma Kuridstanê, Parêzgar û Qayimeqamê Helebçê de hat ragihandin ku Îran 2 derîyên sînorî yên hevpar digel Helebçê bi fermî nas dike.
-
Pêgirîya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ser xurtkirina istiqrar û avedanîyê li Herêm û Iraqê
Çirî 02, 2019 15:24Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, Mesrûr Barzanî di konferanseke Zanîngeha Kurdistan-Hewlêrê ya derbarê stratejî û istiqrara li Iraqê û Herêma Kurdistanê de ragihand: Istiqrar û aramî li Herêma Kurdistan û Îraq û deverê heta radeyeke mezin bi hev re girêdayî ne.
-
Berpirsê peywendiyên bi Îranê re li saziya peywendiyên derve yên Herêma Kurdistanê teqez kir: Giringiya sefera Îrec Mescidî bo Hewlêr û Hevdîtina bi rayedarên Herêma Kurdistanê
Çirî 02, 2019 15:18Berpirsê peywendiyên bi Îranê re li saziya peywendiyên derve yên Herêma Kurdistanê tevî raghandina nûça sefera balyozê Îranê li Bexdayê bo Herêma Kurdistanê li bara hevdîtina wî bi rayedarên kurd re li Hewlêrê agahî da.