-
Li Herêma Kurdistanê 540 kesên din bi Koronayê ketin
Tebax 30, 2020 10:11Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê can dan û 540 kes jî pê ketin.
-
Îro li herêma Kurdistanê 458 pêketiyên vîrusa korona baş bûn
Tebax 28, 2020 17:51Îro li herêma Kurdistanê 26 kes pêketiyên vîrusa korona jiyana xwe ji dest dan, 458 kes jî wek pêketiyên nû yên vîrusa korona hatin tomar kirin û 458 pêketî jî baş bûn.
-
Wezîra Parastinê ya Fransa: Divê serweriya xaka Iraqê were parastin
Tebax 28, 2020 09:10Wezîra Parastinê ya Fransayê Florence Parly li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrur Barzanî civiya. Di civînê de Parly balkişand ser parastina serweriya xaka Iraqê û rawestandina destwerdanên dewleta Tirkiyê.
-
Li Herêma Kurdistanê hemleya girtina rojnamegeran didome
Tebax 26, 2020 09:45Partiya serwer a li Herêma Kurdistanê asta binpêkirinên xwe yên li dijî rojnamegeran zêde kiriye. Rojnamegerên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû girtin, gotin: " Partiya desthilat ditirse ku gendelî û rewşa krêt a li herêmê belav dibe, lew re rojnamevanan digire."
-
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê: Dermanê dijî vîrusa Koronayê hatiye berhemanîn û di qonaxa taqîkirinê deye
Tebax 23, 2020 18:34Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Qadir aşkere kir dermanê dijî nexweşiya virusa Koronayê hatiye berhemanîn û di qonaxa dawî ya test û taqîkirinê de ye û wê li ser nexweşxanan were belav kirin.
-
Ji ber bombebarana Tirkiyê li malbateke Kurd bû şîn û girî
Tebax 23, 2020 09:34Di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê ser nahiyeya Kanî Masê li parêzgeha Duhokê welatiyekî sivîl ê din bi navê Xalid Ebdulrehman jiyana xwe ji dest da û bi wê yekê hejmara sivîlên ku di operasyonên wê dawiyê yên Dewleta Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, gihîşt 7 kesan.
-
"Tirkiyê av li ser 700 hezar kesî biriye / Av jibo Tirkiyê wek çekeka siyasî ye"
Tebax 22, 2020 13:36Nûnerê Rêveberiya xweser a Kurdistana Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji ajansa nûçeyan a Kurd Pressê ra got: "Tirkiyê ava vexwarinê li ser 700 hezar ji şêniyên navçeya Hesekeyê û bajarê Qamişloyê biriye û trajediyeke mirovî li vê navçeyê pêk aniye."
-
Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê can dan
Tebax 21, 2020 19:21Li Herêma Kurdistanê 26 kesên din bi Koronayê can dan û zêdetirî 500 kesên din jî pê ketin.
-
Artêşa Iraqê û Pêşmerge çar navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîn
Tebax 21, 2020 19:17Artêşa Iraqê ragihand, wan û hêzên Pêşmerge li deverên Kurdistanî 4 navendên hevbeş yên operasyonan pêk anîne.
-
2 balafirên keşfê yên artêşa Tirkyê li Şêladizê ya Herêma Kurdistanê ketin
Tebax 20, 2020 14:442 balafirên keşfê yên artêşa Tirkyê îro serê sibê li herêma Şêladizê ya Herêma Kurdistana Iraqê ketin xwarê.