Li Herêma Kurdistanê 540 kesên din bi Koronayê ketin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i319120-li_herêma_kurdistanê_540_kesên_din_bi_koronayê_ketin
Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê can dan û 540 kes jî pê ketin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 30, 2020 14:41 Asia/Tehran
  • Li Herêma Kurdistanê 540 kesên din bi Koronayê ketin

Li Herêma Kurdistanê 17 kesên din bi Koronayê can dan û 540 kes jî pê ketin.

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên 24 saetên borî yên Koronayê ragihand.

 Li gorî amarên han, di nav 24 saetên borî de 540 kes li Herêma Kurdistanê bi Koronayê ketine û 293 nexweşên Koronayê jî baş bûne.

Wezareta tenduristiyê da zanîn, ji duhî de 17 kes jî bi Koronayê can dane û hejmara miriyan gihîştiye hezar û 49 kesan.

Ji destpêka belavbûna Koronayê ve heta niha 28 hezar û 161 pêketiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin ku 17 hezar û 679 kes ji wan baş bûne û hezar û 49 kes jî mirine.