-
Cîgirê serokparlimanê Iraqê: 'Bexda hokara sereke ya birçîragirtina meaşgirên Herêma Kurdistanê ye'
Kanûn 09, 2020 03:20Cîgirê kurd ê serokparlimanê Iraqê dewleta navendî ya vî welatî tawanbar kir ku biryareke ciddî jibo çareserkirina nakokiyan digel Herêma Kurdistanê tune û hokara sereke ya birçîragirtina meaşgirên Herêmê ye.
-
Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike
Kanûn 08, 2020 18:15Civîna sê alî ya PDK, YNK û Goranê bi dawî hat û biryar hat dayîn ku şandeke siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan serdana Bexdayê bike.
-
Serokkomarê Iraqê: Divê daxwazên xwepêşanderan werin bicih anîn
Kanûn 08, 2020 15:31Serokkomarê Iraqê Berhem Salih li ser xwepêşandanên dawî yên li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Silêmaniyê daxuyaniyek belavkir û da zanîn ku divê li gorî qanûnê û dûrî tundûtujiyê xwepêşander werin parastin.
-
Partiyên siyasî bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku gotûbêjê bi Bexdayê re bike
Kanûn 08, 2020 13:193 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistana Iraqê bang li hikumeta Herêmê kir ku azadiya fikrî asteng neke û girêdayî mijarên diravî û mûçeyên karmendan, bi Bexdayê re gotûbêjê bike.
-
Li parêzgeha Silêmaniyê xwepêşanderan avahiyên partiyên siyasî şewitandin
Kanûn 08, 2020 04:49Li navçeyên Çemçemal û Seyid Sadiq duh, 07.12.2020, xwepêşandan birêve çûn û di wan xwepêşandanan de alozî derketin û avahiyên hikûmî û partiyên siyasî rastî êrişê hatin.
-
'Dê civîna sêalî ya Partiya Demokrat, YNK û Tevgera Goran were lidarxistin'
Kanûn 07, 2020 13:07Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) ragihand ku bi zûtirkê dê civîneke sêalî navbera vê partiyê û YNK û Tevgera Goranê were lidarxistin.
-
Artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser gundên Herêma Kurdistanê kir
Kanûn 07, 2020 12:57Li pe êrîşa asimanî ya Tirkiyê li ser navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihikê li Herêma Kurdistanê, elektrîka sê gundên vê navçeyê hat qutkirin.
-
Xwepêşanderan baregehên PDK’ê û YNK’ê şewitandin
Kanûn 06, 2020 20:55Li bajaroka Pîremegrun a Silêmaniyê xwepêşanderan baregehên PDK’ê û YNK’ê şewitandin. Xwepêşandan didome.
-
Hewlêr û Bexda li ser pişka Herêma Kurdistanê li hev kirin
Kanûn 06, 2020 12:12Hewlêr û Bexda bi awayekî destpêkî li ser pişka Herêma Kurdistanê di budceya fedaralî ya 2021ê de li hev kirin, ku rêkeftina berê ya navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Adil Ebdulmehdî, bikin bingeha rêkeftina navbera xwe û di budceya federalî ya 2021ê de bicîh bikin. Li gor wê rêkeftinê, Herêma Kurdistanê wê rojane 250 hezar bermîl neftê û nîvê dahata deriyê sînorî bide Bexda, li hember pişka xwe 12.67 ji sedî bûdceya giştî ya Iraqê werbigire.
-
Balafên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li bakura Iraqê bombebaran kirin
Kanûn 06, 2020 08:14Balafirên Tirkiyê du gundên quntara Çiyayê Gare li sînorê nehyeya Dêrelukê ser bi qezaya Amêdiyê ya Duhokê li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û bombebaran bû sedema tirsê di nav xelkê navçê de. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihand ku li herêma Gareyê 4 gerîlayên PKKê di encama êrişekê de canê xwe ji dest dane.