-
Pêşdeçûna artêşa Rûsiyê li hemû bereyên şêr ên rojhilatê Ukraynê
Çile 27, 2026 06:37Sererkanê Hêzên Çekdar ê Rûsiyê ragihand ku hêzên vî welatî li hemû mêhwerên rojhilatê Ukraynê pêşveçûna xwe berdewa dikin.
-
Xwenîşandana amerîkiyan dijî kuştina neraziyan ji hêla hikûmeta Trump ve
Çile 26, 2026 14:29Kolanên bajarên cûrbicûr ên Amerîkayê bûne qada xwenîşandanên berfireh ên dijî kuştina neraziyan ji hêla Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya hikûmeta Donald Trump ve.
-
Êrişa tîmsahan ser gel li başûrê Efrîqayê
Çile 26, 2026 12:29Piştî lehiyên berfireh li sê welatên Efrîqayê û awarebûna bi hezaran kesî, tîmsah li hin navçeyên Mûzambîkê bi derbasbûna nav bajarên bin avêketî êrişî ser xelkê kirin. Baranên guj û rabûna lehiyê li herêmên curbicur ên sê welatên Mûzambîk, Zîmbabwê û Efrîqaya başûrî li başûrê Efrîqayê li du heftiyên borî de gelek zirar bi dû xwe re hebûne.
-
Berdewambûna pêla nerazîbûnan li Amerîkayê
Çile 25, 2026 14:40Di dewama pêla nerazîbûnên seranserî yên piştî kuştina Alêks Pirêtî, hemşîreyê beşa lêşarbûnên taybet li nexweşxana kevneleşkerên Mînyapolîsê, li Portlendê nerazî li ber avahîya Dayra Koçberî û Gumrikê ya Amerîkayê civîyan da ku hêrsbûna xwe ji ber vê bûyerê nîşan bidin.
-
Tofaneke bêmînak Amerkîka da ber xwe
Çile 25, 2026 14:20Di encama tofanên demsala zivistanê da li seranserê Amerîkayê ceryana zêde ji 200 hezar mal u avahîyî hat birrîn.
-
Wezîrê Berevaniyê yê Venezuelayê: Em bûne laboratuwarek ji bo çekên nenas ên Amerîkayê
Çile 24, 2026 15:06Wezîrê Berevaniyê yê Venezuelayê îdia kir ku hêzên Amerîkayê di dema operasyona ji bo girtina Madoro, di halê ceribandina çekekî nenas bûn.
-
Balyozê Rûsiyê: Londonê bi desteserkirina niftkêşan quldiriyeke xeternak kiriye
Çile 24, 2026 14:40Balyozê Rûsiyê li Londonê got ku hikûmeta Inglîzê bi beşdarbûna di desteserkirina niftkêşên rûsî dest bi quldiriyeke xetrenak kiriye.
-
Bahozê jiyana bi mîlyonan kesan asteng kir
Çile 24, 2026 14:22Bahoza zivistanê jiyana zêdetirî 140 milyon kesan li seranserê Amerîkayê asteng kir û zêdetirî 8 hezar geştên esmanî hatin betalkirin.
-
NY: Pevçûnên li Sûrîyê tund dibin
Çile 23, 2026 14:24Cîgirê Sekreterê Giştî yê NY di Karên Rojhilata Navîn, Asya u Oqyanûsîyê da ragihand ku ji ber berdewambûna pevçûnên li Sûrîyê dilnigeran e.
-
Vekişîna Amerîkayê ji Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê bêyî dayîna deynê bayê bi sedan milyon dolarî
Çile 23, 2026 13:24Amerîka di halekî da bi awayekî fermî ji Rêxistina Cîhanî ya Tenduristîyê vekişîya ku soza dayîna 278 milyon dolarî bo vê rêxistinê bi cih nehanîye.