Îlon 10, 2019 17:53 Asia/Tehran
  • Piştrastkirina Peymana Atomî ji aliyê Ajansê va û lîstika nû Nêtanyahû

Piştî wêya ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjhiya Atomê di rapora xwe ya herî nû da kiryarên Îranê di çarçova Peymana Atomî da zanîn, Serokwezîrê Rêjîma Siyonîstî careka din îdia kir ku çalakiyên atomî yên Îranê bi armancên leşkerî ne û Îran li dû çêkirina bombeya Atomê ye.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê Duşemiyê bi şev wek berteka li hemberî îdiaya tekrarî û ne rast a Bênyamîn Netanyahû, di Twîterê da nivîsî: Xudanê rasteqîn ê çekên atomî weke Şivanê Derewîn derbarê navendeke xerakirî ya îdiayî li Îran diqîre.

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Serokwezîrê Israîlê û Tîma B, bêyî berçavgirtina xwîna bêgunehan û heft trîliyon dolara din, tenê li fikra şêrr in.

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst her cara ku saziyên têkildarî ceribandina rastiya atomî, çalakiyên atomî yên Îranê bi aştî û di çarçobva Peymana Atomî da dane zanîn, bi îdiaya tekrarî ya xwe hewil dide ku bawerrên xwe yên kesane derbarê Îranê dubare bike û li ser raya giştî bandorê bike.

Îdia û derewên Nêtanyahû roleke girîng di derketina Amerîkayê ji Peymana Atomî da hebû. Wî heta niha gellek hewil daye ku bi hilêxistin aangaştên derew civaka cîhanî li dijî Îranê hevdeng bike, lê her carê tûşî işkestê bûye.

Tecrubeya dîrokî û tehl a êrîşa Amerîkayê li ser Iraqê di sala 2003an da diselimîne ku derewên serokwezîrê Israîlê çawa canê bi hezaran iraqiyan bi saya çekên cûrbicûr girt. Nêtanyahû jibo handana Amerîkayê bona êrîşa li ser Iraqê bi mehneya hebûna çekên tevkujiyê li ba Rêjîma Beis a Sedam, sala 2002ê li Kongreya Amerîkayê derew got.

Êrîşa Amerîkayê li ser Iraqê û selimîna derewbûna behaneya vê êrîşê, tenê canê bi hezaran kes ji iraqiyan girt û tevî xerakirina binavahiyên Iraqê, hema wisa dûhatên vî şerî jibo irqiyan tê dîtin.

Careka din û bi hatina Donald Trump bo Koşka Sipî ev rewş jibo Nêtanyahû xweş bûye, lê dilgiraniya ji dûhatên pêşbînînebûyî yên cihanîna sênaryoyn bihurî li hemberî Îranê, Tîma B û Trump tûşî astengiyê aniye.

Hema ev yek bûye sebeb ku Serokwezîrê Israîlê bi îdiayên bêbingeh û derewan, nêrîneke nerênî ji Îranê li ba raya giştî ya navçe û cîhanê çêbike, di halekî da ku Israîl xudanê rasteqîn ê çekên atomî li Rojavaya Asyayê ye. Rêjîma Siyonîst bi sedan kumikên atomî hene û bersiva tu yek ji saziyên hiqûqî û navneteweyî jî nade.

Di vî warî Wezîrê karên derve yê Îranê Duşemiyê bi şev di Twîteke din wêneyek ji rûpela sereke ya rojnameya Englîsî ya Sunday Timesê di roja 5ê Cotmeha 1986an da weşand ku derbarê bernameya atomî-leşkerî ya Israîlê nivîsîbû: Hêzgeha bombeya atomî ya Israîlê di kûrahiya Çola Neqebê da hatiye çêkirin û bi awayekî nihênî dixebite.

Rêjîma Israîlê bi alîkariya Amerîkayê çalakiyên xwe yên atomî-leşkerî didomîne û kumikên atomî yên vê rêjîmê gefeka ciddî li dijî ewlehiya Rojavaya Asyayê û cîhanê ye.

Di rewşeka wiha da Îdiayên serokwezîrê Israîlê li dijî Îranê, henekkirina li qanûn û saziyên navneteweyî ye ku li hemberî rêjîmeke şerxwaz û xeternak bêdeng name an bi kêr nayên.

Lê Komara Îslamî ya Îranê bi rêzgirtina li qanûnên navneteweyî û wajokirina Peymana Atomî nîşan da ku li dû bikaranîna leşkerî ji çalakiyên atomî nîne û rapora roja Duşemiyê (9ê Îlona 2019an), ajansê careke din sozdariya Îranê derheqê Peymana Atomî û bi aştî bûna çalakiyên atomî yên wê piştrast kir.