Tebax 16, 2019 17:43 Asia/Tehran
  • Azadkirina gemîya nifthilgir a îranî, işkesta Ingilîsê, bêebûrbûna Amerîkayê

Aqubet bi saya dîplomasîya serketî ya Îranê û biryara Dadgeha Bilind a devera Cebel ul Tariqê, gemîya nifthilgir a îranî ya bi navê Grace-1`ê hat azadkirinê û niha li ber destê Komara Islamî ya Îranê ye.

Dadgeha Bilind a Cebel ul Tariqê duh tevî daxwaza dewleta Amerîkayê jibo ku wê gemîyê bernede û heta ser xêra Amerîkayê zevt bike, hikmê azadkirina wê gemîyê da.

Vî karê Dadgeha Bilind a Cebel ul Tariqê işkestek din di karnama Ingilîsê de tomar kir û hevgavê wê dewleta Amerîkayê jî bêebûr kir çinku bi belavbûna daxwaza Amerîkayê ji wê dadgehê li mêdyayan, di piratîkê de dewleta Donald Trump li cem raya giştî piçûk bû.

Azadkirina gemîya nifthilgir a Îranê bi dû neyarîya Têhranê himberî mercên ku dewleta Ingilîsê jibo azadkirina wê kivş kiribûn, careka din nîşan da ku Komara Islamî ya Îranê di qada dîplomasîyê û meydanê de ser ketîye.

Bilî wê, hikmê Dadgeha Bilind a Cebel ul Tariqê yê ibtalkirina zevtkirina neqanûnî ya nifthilgira îranî tevî daxwaza Amerîkayê jibo ragirtina wê wek xerame, nîşan dide ku Ingilîs hela jî bawerîya xwe li Amerîkayê nayne û hazir nîne hertim ser xêra wî welatî kar bike.

Dema ku dewleta Serokomarê Amerîkayê Donald Trump ragihand ew welata xwe tevlî gêreya li Kendava Farsê nake û Ingilîsê divê xwe bi dû berjewendîyên xwe û parastina wan li Kendava Farsê be, ev yeka nebûna pêbawerîyê di navbera her du welatan da nîşan dide.

Di rewşeke wiha de Ingilîs amade nîne ku gêre li Kendava Farsê bidome, çinku ew welata nika pêrgî qeyrana Brexitê bûye. Dîplomasîya bihêz û serketina meydanî ya Îranê ji alîyekî va û gêreya di navbera Ingilîs û YE`yê de têkildarî Brexitê ji alîyê din va, London qanih kirin ku jibo azadkirina gemîya nifthilgir a îranî pêngavan rake.

Bi qasê ku kiryara neqanûnî ya Hêzên Taybet ên Ingilîsê ya rawestandina nifthilgira îranî nekarî Londonê bigihîne armancên wî, kiryara qanûnî ya Îranê ya zevtkirina gemîya nifthilgir a Ingilîsê li Tengava Hormizê ew peyama da welatên rojavayî nemaze Ingilîs û Amerîkayê ku Îranê di warê sekinîna himberî binpêkirina qanûnê de ciddî ye û di rewşeke wiha de serdest e û bazarîyê nake.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemedcewad Zerîf li Twitterê amajeyî daxûyanîya Wezareta Karên Derve ya Ingilîsê ya piştgirîya ji boykotên YE`yê kir û got: Tu tiştek neguherîye û zevtkirina gemîya nifthilgir a Grace-1`ê tam neqanûnî bûye.

Dewleta Ingilîsê idia dikir ku gemîya nifthilgir a Grace-1 a Îranê ber bi Sûrîyê va diçû û ev kara binpêkirina boykotên YE`yê yên dijî Sûrîyê bûye. Eva di halekî da ye ku boykotên YE`yê yên dijî Sûrîyê nikarin Îranê bigirin ber xwe û herwiha Îranê ji roja destpêkê va ragihand ku meqseda wê gemîyê ne Sûrîye ye.