May 20, 2019 18:41 Asia/Tehran
  • Pilana veşartî ya neêminkirina navça El-Xezraya Bexdayê

Navenda agehdarî gihandina ewlehiya Iraqê ragihand ku rakêtekî Katyoşayê li navenda navça Xezraya Bexdayê ketiye.

Navenda agehdarî gihandina ewlehiya Iraqê ragihand ku rakêtekî Katyoşayê li navenda navça Xezraya Bexdayê ketiye.

Hevçax ajansa nûçan a Rutersê jî ragihand ku ajîra xeterê li derûdora baylozxaneya Amerîka li Bexdayê hate lêketin.

Gor şehedî û belgeyên ber dest hinek liv û tevger li rojavaya Asiyayê hene ku dixwazin vê navçê aloz bikin.

Helbet pêştir Trump serokkomarê Amerîka bi derketina ji nav rêketina navokî ev hedefa domand.ji ber ku Amerîka hizr dikir bi derketina ji nav vê rêketina navokî Îran jî dê ji nav vê rêketinê derkeve û bi vê qirarê civata cîhanî jî dê bertekek giran li hemberî Îranê nîşan bide lê sebr û hedara steratijîke Îranê û derneketina Îranê ji nav vê rêketinê, ev niyeta şerxwazên rojavaya Asiyayê pûç kir.

Niha dewrekî nû ji liv û tevgerên şerxwazan bi hedef û armanca ku Amerîka têxin şerekê tev Îranê destpê bûye û mêhwera navendî ya van liv û tevgeran jî teblîqata derew dijî Îranê ye ku syasetên navçeyî yên Komara islamî ya Îranê rexne dikin her li vê rastê da wisa diyare bereya veşartî ya ser bi rejîma Siyonîstî û hindek ji welatên erebî xebatên xwe destpê kirine û bi cihanîna operasiyonên teqandinî û eskerî dixebitin nêhrîna Donald Trump serokkomarê Amerîka li bara şerê tev Îranê biguherînin û Amerîka têxin şerekê tev Îranê li hale ku Trump bicaran ragihandiye ku naxwaze tev Îranê şer bike.

Trump bibaşî agehdare ku salek û nîvê din dê dewrana serokkomariya wî kuta bibe û hilbijartina serokkomariya Amerîka dê birê keve û şerê digel Îranê dê rewşa wî li hemberî komarîxwazan lawaz bike.

Piştî ku Trump li Twittên curbicur ragihand ku naxwaze digel Îranê bikeve şerkirinê, şerxwzên navçeyî dest bi kiryarên neêminker û liv û tevgerên şerxwazane kirine, li destpêkê bendera El-Fecîre ya Mîrnişînên erebî kete ber hedefa êrişên wan û li pêngava dudyan jî eva bû ku van şerxwazan navça Xezraya Bexdayê kirine hedefa êrişên xwe ku gelek ji navendên dewletî û baylozxaneyên welatên cîhanê li vê navç ne. neyarên Komara islamî ya Îranê û şerxwazên navçê dixebitin bi cihanîna van kiryarên şerxwazane, wisa nîşan bidin ku Îran sebebkarê van kiryarane.

Xebata serekeye van şerxwazan evaye ku Trump razî bikin ku şerekê dijî Îranê destpê bike û her li vê çarçîvê baylozxaneya Amerîka li Bexdayê kirine hedefa êrişên xwe.

Ev kiryara şerxwazên navçê piştî vê yekê destpê bû ku karbidestên Amerîka û bitaybet Donald Trump serokkomarê vî welatî ragihandin ku naxwazin şerekê dijî Îranê destpê bikin.

Babeta herî diyar evaye ku rudawa êrişa ser navça Xezrayê pirtir bona vê yekê ye ku Trump tehrîk bikin ta ku şerekê dijî Komara islamî ya Îranê destpê bike û gotinên mişêwirê welîehdê Mîrnişînên Erebî nîşana vê siyasetê ye.

Ebdulxaliq Ebdullah mişêwirê welîehdê Mîrnişînên Erebî got: Hêtibara dewleta Trump û Amerîka li xeterê daye û eger dewleta Amerîka soza xwe cih neyîne soza ku Bolton dabû ku Amerîka dê bersiva her cure êrişekî Îranê dijî xêr û qazanca Amerîka û hevalbendên Waşîngtonê bide û eger bersivê need eva dê derbê li hêtibara Amerîka xwîne.

Sercem van cure gotinên şerxwazên navçê nîşana vê yekê ye ku ewna dixwazin her cure pilanekê îcra bikin ta ku Trump razî bikin ku şerekî dijî Îranê destpê bike.