Teqezkirina dubare ya Tirkiyê ser kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S-400`ê ji Rûsiyê
Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê cardinê ser viyana dewleta Enqerê bona kirîna sîstema li dijî mûşekî ya S-400`ê ji Rûsiyê teqez kir.
Receb Teyib Erdogan bal kişand ser vê yekê ku Rêxistian NATO`yê, tu dijberiyek li hember kirîna sîstema mûşekî ya S-400`ê ji Rûsiyê tine û got: Mafê me nîne ku sîstemên curbicur bikar bînin.
Kirîna sîstema li dijî mûşekî ya S-400 ji Rûsiyê yek ji mijarên pirsgirêkên Tirkiyê bi Emerîkayê re ye ku kêmtir li yek sala buhurî ser peywedniyên her du welatan bandor kiriye. Tirkiye ji van welatên çalak li Rêxistina NATOyê ye . Rêxistina ku Emerîkayê ew weke basika eskerî ya bi hêz li dijî Rûsiyê û hevpeymanên wê li nvaçên curbicure cîhanê li salên piştî şerê sar bi kara niye. Di vê rewşê de divê were gotin ku kiryra Tirkiyê ya kirîna sîstema mûşekî ya S-400 ji Rûsiyê li halekê cih hat ku Tirkiyê ji sala 1952 zayînî ve bûye endamê NATO`yê û i çend dehekên buhurî Tirkiye tim ji aliyê NATO û Emerîkayê ve piştgirî bûye. Lê dîsa jî ev kiryara Tirkiyê yanê kirîna çek û sîleha ji Rûsiyê tê vê wateyê ku Emerîkayê yek ji hevpeymanên wxe yên navçeyî ji dest daye û hevsengiya qawetê bi sûda hevrikê berê yanê Rûsiyê guheriye. Di eynê demê de divê were gotin ku peywendiyên Enqerê-Waşengtonê ji dema bi desthilatbûna dewleta Donald Trump gelek ewraz û berjêrên xwe hebûne. Di dewama bê tifaqiyên her du welatên endamê NATO`yê, kiryara Tirkiyê ya kirîna sîstema li dijî mûşekî ya S400 ji Rûsiyê hin dilgiranî li dewleta Emerîkayê pêk nîne.
Her çend ku rayedarên koşka Sipî hegerên rastîn ên dilgiraniyên xwe nabêjin lê hin derûdorên siyasî ser vê bawerê ne ku ev dilgiranî pirtir ji ber lawaziya çek û sîlehên berhemên Emerîkayê ne. Li vê barê, rojnama Day Volta Almanyayê ji zarê karzanên eskerî va nivîsî:
Zêdebûna hogiriya welatên cîhanê bo sîstema berevaniya hewayî ya S-400 ya Rûsiyê zêdetir e ji serekebûna teknolojiya vê modelê pêka modela wê ya emerîkî.
Li vê barê Roslan Poxov karzanê eskerî yê Rûsiyê û serokê navenda şirovekirina stratejî û teknolojiyan ji rojnama Day Voltê re gotiye:Bazara cîhanî ya çek û sîlehan tenê ji riya daxwazî û belavkirinê kivş nabe belkî armancên siyasî yên taybet vê bazarê hîdayet dikin.
Sercem wer tê xûyanê ku bi berfirehkirina pirgirêkên navbera Enqerê û Waşengtonê, rêberên tirk hevdengiya bi Rûsiyê re û dûrbûna ji Emerîka û rojavayê wek ewlewiyetên bernameyên tê yên dewleta Enqerê danîn.