Îran û Tirkiye, şirîkên bawerpêkirî bo berfirehkirina hevkariyan
Wezîrê karên hundir ê Îranê li sefera Enqerê bi wezîrê karên hundir ê Tirkiyê re hevdîtin pêk anî û her du aliyan li bara gelek mijaran ji wan hevkariyên ewlehiyê gotûbêj kirin.
Ebdulriza Rehmaniyê Fezlî, Wezîrê karên hundir ê Îranê roja pêncşemiyê li hevdîtina bi Sulyman Soylu wezîrê karên hundir ê Tirkiyê re bal kişand ser hevkariyên nêzîk ên du welatan li warê ewlehiya sînorî, rawestana li ber madên narkotîk, rawestana li ber qaçaxa mirovan û kelûmalan û rawestana li ber terorîzmê û got: Peywendiyên di navbera Îran û Tirkiyê li warên aborî, geştyarî û danûstandinên ticarî jî divê bên xurtkirin. Wezîrê karên hundir ê Tirkiyê jî li vê hevdîtinê got: Îran û Tirkiyê li warê rawestana hevpar li ber terorîzmê û qaçaxa madên narkotîk, koçberiyên neqanûnî, qaçaxa kelûmelan û dabînkirina ewlehiya sînorî hevkariyên baş hene.
Îran û Tirkiye ji ber hebûna sînorên hevpar û xalên hevpar ên çandî û zimanî li riya berfirehkirina hevkariyan pêngavan radikin û giringiya van peywendiyan li hejmara hevdîtina serokkomarên her du welatan de diyar e.
Serokkomarên Îran û Tirkiyêheya niha heft caran hevdîtin pêk anîne ku eva nîşana viyana qahêm ên her du welatan bo dewama hevkariyên li astên bilind e.
Têhran û Enqerê li warên curbicur ji wan aborî û ewlehiyê hevkariyên kêrhatî hene. Îran û Tirkiye wek du welatên serbixwe ji viyana aktorên biyanî hevkariyên dualî bi pêşde dibin. Li ser vê esasê berpirsên pilebilind ên Tirkiyê bi caran destnîşan kirin ku tevlî boykotên Emerîkayê li dijî Îranê nabin.
Hema di vî warî de, Mewlûd Çawûşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kiriye: Ev welata boykotên Emerîkayê li dijî Îranê piştrast nake û dil heye hevkariya xwe ya ticarî bi Têhranê re bidomîne.
Beriya sefera wezîrê karên hundir ê Îranê bo Tikiyê, Elî larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê sêşemiya buhurî li Antalyayê tev Bînalî Yildirim serokê parlemana Tirkiyê hevdîtin û gotûbêj kir.
Elî larîcanî li vê hevdîtinê hevkariya Têhran û Enqerê stratejîk da zanîn û got: Îran û Tirkiye tui carî derneketin pêşberî hev û tim pişta hev digrin û însiyatîva ku Îran, Tirkiye û Rûsiye bona kutakirina şerê Sûriyê cih anînhion welat nerhet kiriye.
Xêncî hevkariya baş, curbicur û berfireh a aborî ya Îranê û Tirkiyê, her du welatan li asta navçê jî wek du aktorên giring û bi bandor hevkariyeke baş û bibandor hene û ev cureya hevkariyê niha li pêvajoya çareserkirina qeyrana Sûriyê tam eşkere ye.
Şopandina hevkariaên ewlehiyê yên Îan û Tirkiyê li sefera Rehmaniyê Fezlî bo Enqerê nîşana abndora van cure hevkariyan e ku li halê bi serûberkirina rewşa ewlehiyê ay anvçê ye.
Însiyatîva Îran, Rûsiye û Tirkiyê li Sûriyê, bandora dîploamsiyê eşkere kiriye û li hemen vê çarçoveyê, 7 Îlona buhurî serokkomarên sê welatan li Têhranê civînek li bara Sûriyê li dar xistin.
Ebas Yilmaz Kadî Oglu analîzorê meselên siyasî ser vê bawerê ye: Hevalbendiya Komara Îslamî ya Îranê, Tirkiye û Rûsiyê bona çarserkirina qeyrana Sûriyê pêngaveke giring û bi bandor li riya rawestandina mudaxila Emerîkayê li navçê ye.
Komara Îslamîya Îranê û Tirkiye wek du welatên cînar bandorê datînin ser hev û hevkariya dualî ya wan bi hevkariyên navçeyî peywendiyeke bi wate heye ku damezrandina ewlehiyê li sînoran nîşana wê ye.
Li saya ewlehiya mayînde, têkiliyên aborî navbera Îran û Tirkiyê li riya ivşkirina armancan ji aliyê rayedarên her du welatan bi pêşde here û ji vê hêlê va, sefera yek rojî ya wezîrê karên hundir ê Îranê bo Tirkiyê wek berpirsê ewlehiyê pir giringiya xwe heye.