Îlon 12, 2018 16:56 Asia/Tehran
  • Trump tenê maye

Rêzbendîya sîyasî ya vê dawîyê ya Amerîkayê nîşan dide ku hêzên pilebilind ên dewletê pişta Trump nagirin û hewildana berfire ya Dêmokiratan ji bo bidestxistina pirranîyê li Kongire û Sênayê zor daye ser Trump û di vê rewşê de mirov dikare bêje ku dewra serokomartîya Trump kuta dibe.

Dem û dewran ji bo Trump serokomarê Amerîkayê ku ne edeb heye û ne jî deb û risman berçav digire, roj bi rojê dijwartir dibe. Roja îro idî tenê DÊmokirat û lêger Molêr dijminê wî nînin û rewş wisa bûye ku heta rayedarên Qesra Sipî li Waşîngtonê jî idî tu dibê qey pişta Trump nagirin.

Rewşa niha ya Trump bi awayekî tam ji axavtina wî li şarê Bîlîngz ser bi eyaleta Montanayê eyan e ku dibêje: Heke ez bêm istîzahkirinê hûn sebebkar in, Trump dizane ku heke encama hilbijartinên dewra navîn a Kongire û Sênaya Amerîkayê wisa be ku Dêmokirat pirranîyê bi dest bixin, idî rêyek li ber wî namîne.

Di wê rewşê de û li gorî lêkolînên lêger Molêr û mukurhatina Maykêl Kohên parêzerê Trump û ihtimala hevkarîya zêdetir a wî derbarê dosîya destwerdana Rûsîyê li hilbijartinên serokomarîya Amerîkayê di Mijdara sala 2016`an de, Dêmokiratan jî çalakîyên xwe ji bo serketina li hilbijartinên dewra navîn a meclis û Sênayê zêde kirine.

Maykêl Kohên hevdîtina Donald Conyor Trump kurê mezin ê Trump bi unsurên ûris re ji bo wergirtina lêzanînan ji bo bikaranîna dijî Hîlarî Kilîntonê erê kirîye û ji alîyê din ve dayîna dirêv ji bo bêdengkirina aktera fîlmên porên ku Trump peywendîyeek derveyî exlaqê bi wê re hebûye erê kirîye.

Barak Obama serokomarê berê yê Amerîkayê ku dewleta wî ji destpêka propaganda hilbijartinên serokomarîya sala 2016`an ve li ber rexneyên giran ên Trump bû, niha idî risma destnewerdana serokomarên berê yên Amerîkayê daye alîyekî û bi aşkirayî Trump û rewşa niha ya Amerîkayê rexne idke. Obama ji gel û ciwanên Amerîkayê xwest ku sersar nebin û got ku dîroka Amerîkayê hertim qada gêreya di navbera kesên xwazyarê pêşdebirina civakê û yên xwazyarê vegera ber bi paş ve bûye. Wî got ku gelê Amerîkayê dibêje: Idî bes e.

Lê rewşa Trump wê demê dijwar dibe ku rayedarên Qesra Sipî jî bi dû wêdedayîna wî ne. Ev hişyarkirin û rewşa dijwar bi weşandina nivîsarekê li Rojnama New Yrok Times`ê ser navê ``ez nav dewleta Trump û pişkeke bereya berxwedana li hemberî wî me`` bi aşkirayî derket holê.

Rewşa Amerîkayê jî bi serokomartîya Trump ewqasî xweş nîne. Bi dû desthilatdarîya Trump careka din bereyên Rastgir ên Tundrê û hin Nijadpreset serî hildane. Civaka niha ya Amerîkayê niha bereberê hilbijartinên dewra navîn tûş qeliş û duberekîyê bûye.

Ji hêla din ve biryara Trump a sepandina bacên giran ser kel û pelên çînî û ewropî û kirrîna polayê ji Kanadayê, bi wateya neyarîya li hemberî Sazîya Ticareta Cîhanî ye û vî karî rola dewleta Amerîkayê li cîhanê xistîye ber xeterê.

Di vê rewşê de, Can Kêrî jî dest bi rexnekirina Trump kirîye. Nunerê Amerîkayê li muzakirên navokî û Rêketinama Atomî ya digel Îranê gotîye ku biryara Trump a vekişîna ji Rêketinama Atomî selimand ku nebûna pêbawerîyê ji hêla Îranê li hemberî Amerîkayê durist bûye.

Wezîrê karên derve yê berê yê Amerîkayê serokomarê niha yê vî welatî bi giranî rexne kir û got ku Trump serokomarê herî pîs ê dîroka Amerîkayê ye. Can kêrî di warê sîyaseta derve de jî Trump bi karên tesadufî, bêplan û handêr tawanbar kir ku bûne sedem hevgirtîyên Amerîkayê ji vî welatî dûr bikevin.