Tîrmeh 06, 2018 15:48 Asia/Tehran
  • Pakêta bêhêvîkere Ewrûpa , mayîna rêketina navokî maye ser civîna Viyenayê

Serokkomarê Îranê li gotûbêja xwe ya tev serokwezîra Alman û serokkomarê Fransayê ew pakêta pêşniyarî ya Ewrûpa bona dewama rêketina navokî bêhêvîker daye zanîn.

Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê li bereberî civîna wezîrê karên derve yê Îranê û aliyên dine rêketina navokî xîncî Amerîkayê li Viyenayê li gotûbêja xwe ya telifûnî tev serokwezîra Alman pakêta pêşniyarî  ya sê welatên ewrûpî bona dewama rêketina navokî bêhêvîker daye zanîn û destnîşan kir: Eger prosa civînên wezîrên ewrûpî li Viyenayê li ser hevkariya tev Komara îslamî ya Îranê erênî be, Têhran dê dewamê bide hevkariyên xwe yên tev Yeketiya Ewrûpa.

Hesen Rûhanî herwisa li gotûbêja xwe ya telifûnî ya pêncşemêşev tev Emanoêl Mekron serokkomarê Fransayê ragihand ku ev pakêta pêşniyarî ya sê welatên ewrûpî baş nebûye .

Hesen Rûhanî li gotûbêja xwe ya telifûnî tev serokwezîra Alman destnîşan kir; Piştî derketina yekalî ya Amerîka ji nav rêketina navokî hinek pirsgirêk li babetên abûrî, bankî û niftî çê bûne û kompaniyên biyanî ku li nav Îranê dixebitin niha bona dewama xebatên xwe rastî şik û gumanê hatine.

Rûhanî bal kişande ser pakêta pêşniyarî ya sê welatên ewrûpî li bara çawaniya hevkariyên tev Îranê gor rêketina navokî û ev pêşniyara van sê welatên ewrûpî bê hêvîker daye zanîn û ragihand: Mixabin li vê pakêta pêşniyarî tû rê-çereyekî îcrayî û berbiçav bona dewama hevkariya van welatan kifş nebûye û tenê soz û qirarên giştî têda hatine berçavgirtin ku hema wekî daxûyaniyên berê yên Yeketiya Ewrûpan e.

Rûhanî bal kişande ser viya ku hêvî dihate kirin piştî du mehan sê welatên ewrûpî pêşniyarên zelal û eşkera bidin Îranê got: Hêvî tê kirin ku li civîna îniyê ya wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrê karên derve yê welatên 4+1 li Viyenayê peyamên zelal û eşkera li ser dewama rêketina navokî bêne dayîn.

Angêla Mirkêl serokwezîra Alman jî li vê gotûbêja xwe ya tev Serokkomarê Îranê bal kişande ser viya ku li pakêta pêşniyarî ya sê welatên ewrûpî bo Îranê îşareyî babetên giştî û sereke bûye got:Pêwîste ku gotûbêj li ser rêketina navokî bone domandin û mesela girîng evaye ku em hemû bizanibin û arxayîn bin ku me dil heye di nav rêketina navokî da bimînin.

Serokkomarê Îranê li gotûbêja xwe ya telifûnî tev Emanoêl Mekron serokkomarê Fransayê jî bal kişande ser vê yekê ku pêwîste bi micidî li ser rêketina navokî û çawaniya dabînkirina xwestikên Îranê gor vê rêketinê bê axivtin û got: li civîna îniyê ya wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrê karên derve yê welatên 4+1 li Viyenayê dê li bara van babetan gotûbêj bêkirin.

Gotûbêja telifûnî ya serokkomarê Alman û Fransayê peyamekî eşkera heye û ew jî eva ku eger li civîna îro ya Viyenayê xwestekên Îranê gor rêketina navokî neyên berçavgirtinê, Îran dê tev aliyên ewrûpî gor rêketina navokî hevkariyê neke.

Ev gotûbêjên telifûnî yên serokkomarê Îranê tev serokwezîra Alman û serokkomarê Fransayê nîşan dide ku pakêta pêşniyarî ya welatên Îranê ser dilê Îranê nîne û bi curekê gotinên giştî ne û babetên îcrayî li vê pakêtê da nînin û ji rastiyan dûrin.

Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê jî çarşemêşev li kutahiya sefera taxima derecebilinde îranî bo Viyenayê , bi agehdariyaser pakêta pêşniyarî ya Ewrûpa bi zelalî got: Sozdariya vê rêketina navokî bona her aliyekê kifşe û niha wexta îcrabûna soz û qirarên aliyên ku ev rêketina îmzakirine ye.

Ev pakêta Ewrûpiyan ku serokkomarê îranê ew qebûl nekiriye nîşan dide ku welatên ewrûpî hîn jî nekarîne îradeyek bêla û derve ji xwesteka Amerîka berçav bigrin.

Her li vê barê da Mehmûd Serîhul-Qelem mamostayê zankoyê û karzanê peywendiyên navnetewî bawere ku Mirov nikare siyasetên Amerîka û Ewrûpa ji hevdu cuda bike û abûr, siyaset, ewlehî û çanda Ewrûpa û Amerîka girêdayî hevdu ye.

Hesen Kamran Destcirdî nûnerê meclisa şêewa îslamî ya Îranê jî li gotûbêja xwe ya tev Îran Press@ê, li bara pakêta pêşniyarî ya Ewrûpa got: Siyasetên berê yên Ewrûpa li hemberî gelek ji welatên wekî Îranê nîşan dide ku ewna tenê û tenê li fikra xêr û qazancên xwe ne.

Tecrobeyê nîşan daye ku baweriya bi ewrûpiyan jî wekî Amerîka nehatiye û her ji ber viyaye ku rêberê mezine inqilabê piştî derketina Amerîka ji rêketina navokî, ragihand ku rêketina navokî ya ewrûpî pêwîste bi çend mercan bê domandin , ji wan hevkariya bankî û kirrîna nifta ku Îranê hewcetî bi wan heye .

Li rewşekî wihaye ku hemûyan çavê xwe berdaye civîna îro ye Îranê û welatên ewrûpî li Viyenayê ku kanê welatên ewrûpî dikarin ji mecala çêbûyî behre bigrin yan na, û renge ev civîna axir mecal li bara rêketina navokî be.