Rapora sextekariyên li hilbijartinê ji aliyê berbijar û rayedarên partiya serdest a Tirkiyê
Raporên li bara sextekarî û bêqanûniyên berbijar û rayedarên partiya serdest a Dad û Geşepêdanê(AKP) li hilbijartinên serokomarî û parlemanî rastî berteka hin rayedarên partiyan û medya Tirkiyê hat.
Li gorî rapora IRNA`yê, Kemal Kiliçdaroglu, serokê partiya Komarîxwaz a Tirkiyê roja yekşemê piştî beşdariya li dengdana ji bo hilbiajrtinên serokomariyê û 27`mîn dewra hilbijartinên parlemanî li Enqerê li nava koma nûçegîhanan îdia kir ku sextekariyên hilbijartinê yên cidî li navçên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê hatine ragahndin.
Kiliçdaroglu bal kişand ser vê yekê ku partiya Komarîxwaz a Gel a Tirkiyê ji bo hilkolandina gilî û gazindeyên derheq hilbijartinê, her cure kiryarên pêwîst dike û tewsiye li kedkarên hilbijartinê kir ku bila erka xwe li bara mayîndebûna welêt cih bînin û nekevin bin zext û zora hin kesên taybet.
Rojnama Cimhûriyetê ya Tirkiyê jî nivîsî: Piştî rapora çavdêrên hilbijartinê, polîsê ewlehiyê yê Amedê sê kesên ku hezar belgeyên dengan ên qelp ên mohrkirî hebûn û dixwestin derbasî nava navenda dengdayînê ya vî bajarî bibin, girtine.
Eva li halekê ye ku Sulêyman soylû wezîrê karên hundir a Tirkiyê raghand ku hilbijartin li hemî cihên vî welatî bêyî tu pirsgirêkekê li halê lidarxistinê ye û hêzên polîs û him jî jandermerî li 81 parêzgehên Tirkiyê bi cih bûne.
Li gorî rapora Kurdpress` ê, rayedarên partiya Demokratîk a Gelana Tirkiyê, raghandine ku endamên partiya Dad û Geşepêdanê, AKP li navça Sûrûçê li parêzgeha Rihayê sextekariyên berfireh kirine û Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê, li ser van sextekariyan li cem Konseya Bilind a Hilbiajrtinê gilî û gazinde kirine.
Firat Newsê, jî ji zarê Adrî Glûr, nûnerê Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê,(OSCE) ku endamê wê çavdêriya hilbiajrtinên serokomariyê û parlemanî ya Tirkiyê dikin û got: Ev rêxistina ji ber hegerên ewlehiyê tu çavdêrek neşandiye navça Sûrûçê li parêzgeha Rihayê û raporên gihêştî nîşana sextekariyên li vê navçê ne.
Li gorî vê raporê, çavdêrên partiya Komaîrxwaz a Gel(CHP) li hin navçên parêzgeha Rihayê, hatine lêxistin û rê nehatiye dayîn ku ew herin gundan.
Eva li halekê ye ku Anadolu Newsê duh raghandibû ku hejmarek ji çavdêrên Rêxistina Ewlehî û Hevkariya Ewrûpayê ku biryar e çavdêriya hilbijartinên serokkomarî û parlemaniyê bikin, dixwezin ku li pêvajoya hejmartina dengan li Tirkiyê astengiyan derxînin.
Kurdprêss` ê li nûçeyeke din raghand: Ayhan Bîlgen, berdevkê partiya kurdî ya Demokratîke Gelan a Tirkiyê jî li peyameke twitterî, kiryarên propagendeyî yên rayedaran li navendên denggirtinê nivîsiye: Nabe rê bidin ku rayedar li navendên dengdayînê dest bi propagendeyê bikin.
Ajansa nûçana Mezopotamyayê her wiha ragihand ku Îbrahîm Xelîl Yildiz, berbijarê partiya Dad û Geşepêdanê li hilbijartinên parlemanî, kedkarên navendeke dengdayînê li bajarê Sûrûçê neçar kiriye ku dengê xwe bidin Erdogan û AKP.
Eva li halekê ye ku Receb Teyib Erdogan, serokomar Tirkiyê îro bi beşdariya li ser sindûqa dengan li navça Skodarê ya Stembolê îdia kir ku Tirkiye bi vê hilbijartinê inqilabeke demokratîk cih tîne.
Zêde ji 56 milyon kesan li 180 hezar û 65 sindûqan li 81 parêzgehên Tirkiyê dikarin dengê xwe bidin. Hîn ev deng dayîna berdewam dike.
Hilbiajrtinên hevpar ên parlemanê û serokmariya Tirkiyê heya saet 17 îro yekşemiyê didome.
Sedî Guven, serokê Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê argahnd ku jibo çavdêriya hilbijartian îro zêde ji 500 çavdêr ji 48 welatên biyanî hatine Tirkiyê.
Erdogan serokomarê niha yê Tirkiyê, Temel Karamolaoglu serokê partiya Seadetê, Muherem Înce berbijarê CHP`ê, Dogu Pirînçek serokê partiya Weten, Meral Akşiner seroka IYÎ partiyê û Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDP`ê namzedên hilbijartina serokkomariya Tirkiyê ne.
Li gor qanûna hilbijartina Tirkiyê, berbijarên ahzir jibo serketina li hilbijartina serokkomariyê divê sedî 50 +1ê dengê sindûqan bidest bixin.