Hezîran 01, 2018 14:08 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Beşar Esed ser derketina hêzên amerîkî ji nav Sûriyê

Serokomarê Sûriyê Beşar Esed duh li hevpeyvîna xwe bi Televîziyona Rûsya El-Yewm re bal kişand ser stratejî û rola Amerîkayê li babeta pêkanîna qeyrana Sûriyê û xwest ku bila hêzên amerîkî terka axa Sûriyê bidin.

Amarîka li pêkhatina qeyrana Sûriyê û tevliheviya li vî welatî rola xwe ya sereke heye. Dewleta Amerîkayê piştgira sereke ya Rejîma Îsraîlê û aliyê hevhatinxwaz a bi vê rejîmê re ye. Ji sala 2011 dewleta Amerîkayê xebitî bi piştgiriya ji komên terorîst Dewlata Sûriyê hilweşîne çûnku ji aliyekê ve Rejîmên pêvegirêdayî li Amerîkayê û yên hevpeymanê wê li navçê de rastî nerizamendiyên gelanî hatibûn û ji aliyê din ve alogor û bûyerên li navçê de ser xêr û kara berxwedanê pêşve diçûn .Li vê rewşê de Amerîka bi piştgiriya ji komên terorîst ku piraniya wan bi destê Amerîkayê bi xwe çê bûbûn dixebitî Dewleta Sûriyê ya qanûnmî ji nav bibe.

Li qonaxa duyem dewleta Amerîkayê dixebitî şerê li Sûriyê dirêj bike daku bi vî awayî hêza artêşa Sûriyê û hevgirtiyên wê li şerê li dij terorîan kêm bike, Lê belê ev rewşa û stratejiya Amerîkayê jî negihêşte encamê û ji aliyê din ve artêşa Sûriyê serkevtinên stratejîk bi dest xistin û li hemberê hêza terorîstan têk çû .

Li qonaxa sêyem dewleta Amerîkayê xebitî ku li pirsgirêka Sûriyê hevalbendiya xwe ya siyasî diyar bike, Beşar Esed li hevpeyvîna xwe  bi Televîziyona Rûsya El-Yewm re bal kişandiye ser vê meselê jî û diyar kir ku piştgiriya ji terorîstan, dirêjkirina şêr li Sûriyê û çêkirina astengiyan li ber çareseriya siyasî ya qeyrana Sûriyê bi hilêxistina meselên wek bikaranîna sîlahên kîmyawî, sê stratejiyên Amerîkayê li Sûriyê  bûn. Dema ku Amerîkayê ji stratejiyên hanê ti encamek nestand û mayîna Beşar Esed li ser hikûmetê bawer kir, xebitî bi piştgiriya ji Hêzên Sûriya Demokratîk û çêkirina deverên cudacuda li Sûriyê ku piraniya wan ji kurdên sûrî nem rê li ber deshilata tam a Beşar Esed ser Sûriyê bigire û her dem ku bixwaze bi saya van hêzana zorê bîne ser wî. Di vê çarçovê de Beşar Esed li hevpeyvîna xwe got: Amerîka piştî azadiya Heleb û Dêrazorê, berî wê Humsê û niha jî derdora Şamê, gişt pelên(wereqên) xwe yên lîstinê ji dest dan û ti amûreke serkevtinê jê re nema. Tehrîr El-Şam ji Amerîkayê wek peleke lîstin û serkevtinê bû li dema ku ev koma bêromet bû û eşkera bû ku ew beşek ji El-Qayidê ye, Amerîka neçar ma ji xwe re komeke din bona pêvebirina hedefên xwe peyda bike ku ew jî Hêzên Sûriya Demokratîk e.  Beşar Esed ji vê komê xwestiye ku bi dewlata Şamê muzakire bike û pişta xwe nedin soz û qirarên Amerîkayê.

Amerîka niha dest avêtiye astengiyên nû yên pskolojîk û derûnî li dij hevgirtiyên Sûriyê û ji wan dixwaze ku hêzên xwe ji Sûriyê derxînin. Bi taybet ji Îranê xwestiyê ku ti hêzeke xwe li Sûriyê ranegire, Lê belê serokomarê Sûriyê li vê babetê de balkişand ser propagandeyên pskolojîk ên Amerîkayê û got: Ti caran hêzên îranî li Sûriyê nebûne û bi tenê çend şêwirkarên wan ên leşkerî ser daxwaza dewleta Sûriyê, li vir bûne daku alîkariya artêşa Sûriyê li şerê li dij terorîstan bikin. Ev gotina Beşar Esed tê vê wateyê ku hebûna şêwirkarên leşkerî yên Îranê li Sûriyê ser daxwaza dewleta vî welatî û qanûnî ye, lê belê hêzên Amerîkî û hevgirtiyên wê yên navçê neqanûnî li Sûriyê ne û divê zûka terka Sûriyê bidin.