May 25, 2018 19:41 Asia/Tehran
  • Şiroveya rêberê giranqedir ê inqilabê li ser mercên parastina rêketinama navokî digel ewropîyan

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî li hevdîtina digel berpirsên welêt, şêwaza durist a serederîya digel rêketinama navokî piştî vekişîna Amerîkayê ji vê rêkeitnamê meseleyeke girîng zanî û got: Divê serederîya digel vê meseleyê li gorî rastbînîyê be û kes dilê xwe bi ihtimalan xweş neke.

Hezretê ayetulah Xaminêyî li hevdîtina digel serokomar, serokê meclisê, serokê dezgeha dadwerîyê û hejmareke berpirs û kargêrên welêt, çend xalên girîng têkildarî domandina rêketinama navokî ya bêyî Amerîkayê hilêxistin ku `` raberkirina garantîyên rastî ji hêla welatên ewropî ji bo dabînkirina berjewendîyên aborîyê yên Îranê tevî astengîderxistina Amerîkayê`` û `` xwetêkilnekirina wan li du mijarên ``bernama mûşekî`` û hejmonîya navçeyî ya Îranê`` yên herî girîng ji wan in.

Rêberê giranqedir ê inqilabê bi gotina vîya ku ewropî divê xefleta ji ber sersarîya li hemberî binpêkirina bi caran a rêketinama navokî ji hêla Amerîkayê ve bi ``raberkirina biryarnamê li Konseya Ewlehîyê ya NY`` bicebirînin, dîyar kir: Serokên her sê welatên ewropî divê sozê bidin ku bi tu awayî basa mijarên ``bernama mûşekî`` û hejmonîya navçeyî ya Îranê`` nekin.

``Garantîkirina kirrîna nifta Îranê``, ``garantîkirina dayîn û istandina dirêv a digel Îranê ji hêla bankên ewropî ve`` û ``sekinîna aşkira ya Ewropayê li hemberî sepandina boykotên Amerîkayê ser Îranê de`` 3 xalên din ên girîng bûn ku rêberê giranqedir ê inqilabê wek mercên domandina rêketinama navokî digel welatên ewropî hilêxistin.

Xalên girîng ên ku rêberê giranqedir ê inqilabê hilêxistin, nexşerêya dewleta Îranê ji bo rawêjkarîya giran digel 5 welatên mayî yên wajokirê rêkeitnama navokî nemaze her sê welatên ewropî yanî Fransa, Ingilîs û Almanê ne ta ku di demeke kurt de Îran bigihêje vê yeqîn û dilnîyayîyê ku kanê rêketinama navokî ya bêyî Amerîkayê xêra wê ji bo gelê Îraên heye yan na. Hestyarbûna rêberê giranqedir ê inqilabê têkildarî wergirtina garantîyên pêwîst ji ewropîyan piştî vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî, ji ber nebûna pêbawerîyê li pergala navnetewî û paşxana ne ewqas baş û geş a Ewropayê di warê serderîya digel Îranê di mijara navokî de ye.

Ewropîyan heta dema ku Amerîka ji rêketinama navokî venekişîyabû jî helwesteke teqil û soresor li hemberî binpêkirina vê rêketinamê ji hêla Waşîngtonê ve nîşan nedan û Ingilîsê firotina xalîya oranîyoma zengînbûyî bo Îranê asteng kir. Dema muzakirên têkildarî mesela navokî de jî Fransayê rola polîsê pîs lîst. Niha jî ragihandina rawestandina hevkarîya hin şîrketên ewropî ji wan Total a Fransayê digel Îranê û serdestbûna sîyaseta şik û gumanê bi saya sepandina boykotên nû yên Amerîkayê ser Îranê de, hestyarbûna Têhranê li hemberî rêketinama navokî ya digel ewropîyan du beranber kirîye. Ji hêla sîyasî û dîrokî ve jî Ewropayê piştgirî daye Amerîkayê û ev mijara bi awayekî durist li gotinên rêberê giranqedir ê inqilabê hat ravekirin û sîstema aborîya Îranê li gorî teybîra wî dê bi rêketinama navokî ya digel Ewropîyan pêşde neçe.

Ibrahîm Muteqî çavdêrê meseleyên sîyasî têkildarî girêdayîbûna dîrokî ya Ewropayê bi Amerîkayê ve, ser vê bawerê ye ku Ewropa ji hêla sîyaseta ragihandinê ve, helwestên xwe hene lê li piratîkê, Ewropa bi tu awayî nikare û naxwaze li hemberî Amerîkayê bisekine û helwestên cida nîşan bide.

Sîyaseta ragihandinê ya ewropîyan piştî vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî, parastina vê rêketinamê bi şiklê niha bûye lê hevgavê vê yekê şîrketên ewropî ber xatirê tirsa ji Amerîkayê bi awayekî dudil li pêşeroja hevkarîya digel Îranê mêze dikin. Ragihandina mercên 12 xalî yên Mayk Pompêo wezîrê karên derve yê Amerîkayê ji bo Îranê jî şik û gumanên ewropîyan du beranber kirine. Ev dudilîya li gotinên wezîrê karên derve yê Almanê piştî rawêjkarîya digel Can Bolton rawêjkarê ewlehîya netewî yê Amerîkayê û wezîrê karên derve yê vî welatî bi aşkirayî dîyar bû.

Hayko Mas wezîrê karên derve yê Almanê roja çarşemê piştî hevdîtina digel Mayk Pompêo û Can Bolton li Waşîngtonê, got: Ewropa û Amerîka ketine du rêkên tam cida de û ji lihevkirina têkildarî rêketinama navokî gellekî ji hev dûr ketine.

Li gorî rastîya rewşa îro ya pergala navnetewî ku hêz bingeha akterîyê ye û pêbawerî li pergaleke bi vî rengî ku taybetmendîya xwe ya têorîya rêalîsîtî heye, unsureke bawerpêkirî ji bo danûistandinê nîne, Îran bi nêrîneke rastbînanetir çavdêrîyê ser serederîya ewropîyan a bi dû vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî dike. Di vê çarçovê de rêberê giranqedir ê inqilabê pêgirî kir: Heke ewropî di warê bersivdayîna li hemberî me da sistîyê bikin, mafê Îranê ye ku navendên navokî yên girêdayî careka din veke û bi rê bixe.