May 25, 2018 16:08 Asia/Tehran
  • Pêgirîya rêberê giranqedir ê inqilabê ser pêwîstîya şopandina dosîyên cinayetên Amerîkayê di warê mafên mirovan de li NY

Rêberê giranqedir ê inqilabê li hevdîtina digel serokomar, serokê meclisê û serokê dezgeha dadwerîyê û hejmareke berpirs û kargêrên welêt, dema nirxandina kiryarên NY, pêgirî li ser şopandina çend dosîyên girîng ên Amerîkayê yên di warê cinayetên dijî mafên mirovan li vê sazîyê kir.

Hezretê ayetulah Xaminêy rêberê giranqedir ê inqilaba islamî helwest û kiryarên NY neguncav û di bin bandor û hejmonîya Amerîkayê de zanîn û got: Çendekê berî niha sêkrêtêrê giştî yê NY rojekê piştî şermezarkirina cinayetên siûdîyan yên l idijî gelê Yemenê, ji gotina xwe hat xarê ku mînakên bi vî rengî nîşan didin ku NY di bin zexta Amerîkayê û dewlemendên devera Kendava Farsê da ye.

Rêberê giranqedir ê inqilabê dema rêzkirina cinayet û dosîyên cinayetên dijî mafên mirovan ên Amerîkayê, bal kişand ser babetên wek şewitandina endamên firqeya Dawûdîyan li Amerîkayê di dema Kilînton de, ragirtin û işkencekirina giran a girtîyan li Zîndanên Govantanamo, Ebûxureyba Iraqê û zîndaneke Amerîkayê li Efganistanê, azadîya firotina çekan li Amerîkayl ji ber berjewendîyên şîrketên çêkirina çek û rextan, kiryara hovane ya polîsên Amerîkayê li hemberî postreşan, rola kêrhatî ya Amerîkayê li damezirandina DAIŞ`ê û piştgirîya jê, alîkarîya bo Rêjîma Sîyonîst di warê kuştina filistînîyan nemaze kuştina vê dawîyê li Zîvala Xezzê û alîkarî û piştgirîya ji bo siûdîyan di warê kuştina gelê Yemenê û tepeserkirina gelê Behrêynê de.

Hezretê ayetulah Xaminêyî pêgirî kir: NY heke NY ye û ser bi rêjîma Amerîkayê nîne divê van dosîyana bi awayekî cidî bişopîne û qusûrîyên berê bicebirîne.

Berirsên din ên Nizama Komara Islamî ya Îranê jî hertim bêdengîya NY li hemberî cinayet û dosîyên cinayetên Amerîkayê di warên mafên mirovan de rexne kirine.

Ayetulah Sadiq Amolî-Larîcanî serokê dezgeha dadwerîya Îranê çendekê berî niha eva ku dezgehên mafên mirovan ên NY girêdayîyê zilhêzên cîhanê ne rexne kir û got: Ev dezgehên mafên mirovan li hemberî cinayetên Amerîka, Rjîma Sîyonîst an cinayetên Rêjîma Erebistanê li Yemenê û deverên din bêdeng in û tu bertekekê nîşan nadin.

Serokê dezgeha dadwerîya Îranê pêgirî kir: Dezgehên mafên mirovan ên NY dewsa piştgirîya ji kesên zilimlêkirî li rex zilimkeran cî girtine.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî di vî warî de gto: Dinya durûtîya welatên rojavayî û hin dezgehên navnetewî yên wek NY di warê mafên mirovan de dibîne û bêdengîya wan jî wiha rave kir ku mafê mirovan di mejîyê wan de tenê bi wateya piştgirîya ji mafên welatên rojavayî ye.